Şaredarê Halle'yê zû derzî li xwe xist, lewma wezîfeya wî hate rawestandin

Şaredarê bajarê Halle yê Elmanyayê Bern Wîegand, tevî ku ne di koma lezgîn de bû derziya Covîd-19 li xwe xist. Ji ber vê yekê jî erka wî hate rawestandin.

Ji 48 endamên Meclîsa Şaredariyê 34 endaman di rûniştineke taybet de deng dan û wezîfeya şaredariyê ya Şaredar Wîegand bi rengekî demkî sekinand.

Şaredar Bern Wîegand, tevî ku ne di nava koma sereke de bû, eşkere bûbû ku meha Çileyê derziya Covîd-19 li xwe xistiye.

Wîegand îdîa kir ku ji bo derziya ji ber maye neyê avêtin, wî li xwe xistiye.