Şandeya HDP’ê bi Komela Îslamî ya Kurdistanê û YNK’ê re civiya

Îro şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Komela Îslamî ya Kurdistanê kir.

Şandeya HDP’ê ya Hewlêrê îro li bajarê Hewlêrê bi Komela Îslamî ya Kurdistanê û Nûnera Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan re du hevdîtin pêk anî.

Di şendeya Komela Îslamî ya Kurdistanê de Endamê Encûmena Siyasî Ebdulsetar Mecîd, Serokê Fraksyona Komel ya Parlementoya Herêma Kurdistanê û Biryarderê Encûmena Rêveberiya Komela Îslamî Şiwan Raber cih girtibûn.

Di hevdîtina bi nûnertiya YNK’ê re jî weke nûnera YNK’ê Rahîba Hemed Ebdulah şandeya HDP’ê pêşwazî kir.

Di şandeya Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Nahîde Ermîş û Hîkmet Hatîp cih girt.

Şandeya HDP’ê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafê girtiyan ya 27’ê Mijdarê ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ve hatibû destpêkirin, bi şandeya Komela Îslamî ya Kurdistanê û Nûnera YNK’ê re du hevdîtin pêk anîn.

 

Di hevdîtina bi Komela Îslamî de endamê Encûmena Siyasî ya Komela Îslamî Ebdulsetar Mecîd pêşwaziya şandeya HDP’ê kir. Mecîd di hevdîtinê de axivî û diyar kir ku Komela Îslamî piştgiriyê didin çalakiyên greva birçîbûnê û hemû cûre çalakiyên medenî yên gelê Kurd. Mecîd her wiha da zanîn ku ev bi doza rewa ya gelê Kurd re ne.

Di hevdîtina bi nûnera YNK’ê Rahîba Hemed Ebdulah de jî Ebdulah pêşwaziya HDP’yîyan kir û wê jî li ser navê YNK’ê axivî û helwesta partiya xwe ya derbarê greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê anî ziman. Ebdulah ragihand ku eger dewleta Tirkiye bixwaze welatekî aram hebe divê pêywendiya xwe ya bi pêkhate û gelên li Tirkiyê bi taybetî gelê Kurd re baş bike. Ebdulah di axaftina xwe de bal kişande ser êşkenceya li girtîgehan tê kirin û wiha pêde çû: “Îro Tevgera Azadîxwaziya gelê Kurd û Rêberê wan Serok Apo, her wiha gelek parlementer û çalakvanên Kurd di girtîgehan de bi êşkenceyan re rû bi rû ne û di aliyê derûnî de rewşa wan ne baş e. Bi taybetî ew demek e ku nahêlin parêzer û malbat bi Serokê Apo re hevdîtinê pêk bînin. Ew yek wê bibe sedema nerazîbûna gel û çalakvanên li hindur û cîhanê ya li hemberî Tirkiyeyê. Ji ber wê eger Tirkiye dixwaze parastina ewlekariya welat bike pêwîst e piraniya wan girtiyan ku bê sûc hatine girtin serbest berde, bi taybetî eger Serokê Tevgera Azadîxwaziya gelê Kurd serbest berde wê ji bo wê baş be.”

 

Ebdulah her wiha hêviyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Selahedîn Demîrtaş û girtiyên din ku di nava wan de parlementerên bi dengê gel hatine hilbijartin hene anî ziman.

Rahîbe Hemed Ebdulah di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku girtina partiya HDP’ê nêzîkatiyeke xelet e ku Tirkiye derheqê gelê Kurd bike.