Îstixbarata Rûs bi qasî dema Şerê Sar li Elmanyayê çalak e

Serokê Daîreya Federal a Parastina Destûra Bingehîn (BfV) Thomas Haldenwang ragihand ku Rûsya bi qasî dema Şerê Sar li Elmanyayê çalak e.

Haldenwang ji rojnameya Welt am Sonntagê re axivî û diyar kir ku karên Rûsyayê yên li nava Elmanyayê gelekî zêde bûne û got, "Asta heyî ji bilî dema Şerê Sar, ti carî bi vî rengî nebû."

Haldenwang diyar kir ku Rûsya di zelalkirina meseleyên li qada siyasî yên li Elmanyayê xwedî gelek berjewendiyên tevlîhev e û got, "Rê û rêbazên bi kar tîne jî carna gelekî hişk û bêrehm e." Haldenwang di vê çarçoveyê de kuştina welatiyê Gurcu yê li Berlînê bi bîr xist ku ji aliyê Rûsyayê ve dihate sûcdarkirin.

Serokê servîsa îstîxbarata derve ya Elmanyayê BND Brûno Kahl jî bal kişand ser Rûsya û Çînê û got, "Li serweriya welatên din bifikirin ku dixwazin îradeya xwe li me ferz bikin. Di vê mijarê de pîvan hatine guhertin, nêzîkatiyeke hîn bêhtir bêrehm nîşan didin û berjewendiyên xwe jî li gorî dema derbasbûyî hîn bêperwa dimeşînin. Aktorên hin dewletan di dema şewbê de dîplomasiya derziyê yan jî firotina maskeyan meşandin."