‘Îro ruhê Zîlan li Heftenînê zindî bûye’

Gerîlayê hunermend Gorsê Ayhan ê ku di sala 1996’an bi têkoşer Zîlan (Zeynep Kinaci) re li çiyayên Dêrsimê jiyan kiriye qala kesayet û têkoşîna Zîlan kir. Ayhan; ‘Ruhê ku îro di Cenga Heftanînê de zindî bûye ruhê xwedawend Zîlan e.’

Zîlan (Zeynep Kinaci) di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê qada bi navê Er a ku leşkerên artêşa Tirk têde bûn, çalakiya fedayî pêk anî. Zîlan ji komplogerên ku di 6’ê Gulana 1996’an de xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin hedef, bi çalakiya xwe ya fedayî bersiveke tund da komplogeran. Gerîla û hunermend Gorsê Ayhan ji ANF’ê re axivî û qala jiyana têkoşer Zîlan kir.

‘BAWERIYA WÊ DIBÛ ÇAVKANIYA MORALÊ WÊ’

Gerîla û hunermend Ayhan destpêkê Şehîd Zilan bibîr anî û têkoşîna gerîlayên li qada Heftanînê pîroz kir. Ayhan bal kişand ser têkoşîna Şehîd Zîlan û ev nirxandin kir: “Hevrê Zîlan her gaveke xwe bi girêdana Serok Apo û pîvanê azadiyê dijiya. Ji ber vê girêdana xwe ya kûr ve ev êrîşa li hemberî Rêber Apo nepejirand û bi awayekî tund bersiveke giran da komplogeran. Asta milîtaniya PKK’yî di wateya xwe gihandiye lûtkeyan de dijiya. Bi cewherê hevrêtiyeke ku bi têkiliyên azad û bi nirx hatibû avakirin xwe perwerde kiribû. Baweriya wê dibû çavkaniya moralê wê. Bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe xemilandibû û xwaşikiya felsefeya azad di dilê hevrê Zîlan de bi cih bibû. Xwedî asteke zanist a têr û tije bû û li gor zanista xwe jî xwedî tarzê jiyaneke Apoyî ya bilind bû.”

‘ZÎLAN MEJIYÊ JINÊ YÊ KU BI ZIRAVIYAN SERKETINÊ TEQEZ DIKE DERXIST HOLÊ’

Ayhan di berdewamiya nirxandinên xwe de qala çalakiya Zîlan kir û got: “Hêzên dagirker careke din di şexsê hevrê Zîlan de dîtin ku ew nikarin bi awayekê hêsan dest dirêjî Rêberê me bikin. Careke din ruhê jinên Kurd ê têkoşer, berxwedêr û fedakar derkete holê. Biryardarî û çalakiya hevrê Zîlan ji bo tevgera azadiya jin jî di wateya artêşbûnê de bû gaveke mezin. Di heman demê de weke tevgera gerîla jî Hevrê Zîlan bi wê çalakiya xwe bû navê taktîkê demê. Mêjiyê jin ê ku bi ziraviyan serkeftinê teqez dike derxiste holê. Ango Hevrê Zîlan careke din rêya têkoşîn, pêşdeçûyîn û xwedî nirxên xwe derketinê diyar kir.”

Gerîlayê hunermend Gorsê Ayhan di axaftina xwe de qala ruhê gerîlayên azadiya Kurdistanê kir û dilsoziya bi van gotinan îfade kir; “Gerîlayên azadiyê yên ku îro li her devera Kurdistanê, bi ruhekê berxwedêr û fedayî şer dikin, hêz û baweriya xwe ji fermandara xwe Zîlan digrin. Ji ber wê ye ku bi salane despotên ku xeyalên tunekirina PKK’ê û qirkirina gelê Kurd dikin, nekarîbûne van xwestekên xwe pêk bînin. Çawa ku em ruhê berxwedanê ji Mazlûm û Kemalan fêrbûne, em ruhê tolhildanê jî ji xwedawend Zîlan fêr bûn. Weke hevrê û şopdarên hevrê Zîlan em ê li ser şopa wê bimeşin, em heta dawiyê dilsozî û girêdana xwe diyar dikin.”