'Ji bîr neke, afîşa xwe îro daliqîne'

Ji bo ku balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya 7 hezar girtiyan îro li Elmanya kampanyaya daleqandina afîşan dest pê dike. Organîzatorên kampanyayê bang li hemû derdorên bihistyar kir ku 'ji bîr nekî ku afîşa xwe daleqînî'.

Çalakiyên destekdayinê yên ji bo grevên birçîbûnê ya bi mebesta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, li Elmanyayê didomin. 

Îro li Elmanyayê kampanyaya ''li dijî tecrîdê 7 hezar'' kampanyaya daliqandina afîşan dest pê dike û daxwazên 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de wê werin destnîşankirin. Tê payin ku afîş, ên bi dirûşmên ''em bêdengiyê bişkînin'', ''dengê zindanan bibihîsin'' li meydan, kuçe û qadên cameweriyê, li  ser wesayit, bisiklêt, daran û şaneşînan were daleqandin.

Yek ji organîzatora kampanyayê Ella Bremer diyar kir bê ka çima ew 25'ê Nîsanê dikine 'roja çalakiyê'' û bi afîşan armanca wan çiye.

'ELMANYA ÊDÎ BILA QÊRÎNA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIBIHÎSE'

Bremer diyar kir wan xebatên kampanyayê qedandine û bi taybet li Berlîn, Hambûrg, Hannover, Leîpzîg, Koln, Frankfurt û Mûnîhê wê afîşan daleqînin. Bremer got her kesê ku dixwaze dikare tevlî kampanyayê bibe û got, ''Heke dixwazî dengê çalakgerên greva birçîbûnê bidî bihîstin, îro ji bîr neke rahêje afîşa xwe, kûderê dibe bila bibe, bes li cihekî ku mirov bibînin daleqîne.''

Bremer bi domdarî got ew dixwazin dengê Leyla Guven û 7 gezar girtî bi raya giştî ya Elman û rêveberiya Berlînê bidin bihîstin û got, ''Em dixwazin qêrîna greva birçîbûnê bidin bihistin. Elmany yek ji welatê herî girîng ê YE'yê ye û hem jî bi zexta li ser Tirkiyê bi tevgerkirina CPT'yê dikare bike ku dawî li tecrîda li Imraliyê were.''

Bremer diyar kir bi mehan e li gel ku mirov di greva birçîbûnê de ne jî hê li nav raya giştî ya Elman û hikûmeta wê helwesteke girîng tîne, em jî, ji bo ku partiyên nav hikûmetê ji bo vê daxwaza mirovî tevbigerin û ji bo ku dengê çalakgeran bidin bihîstin çalakiyeke bêîtîatiya sivîl, daleqandina afîşan dikin.

Bremer herî dawî got bila wêneyên afîşên ku hatine daleqandin ji wan re bişîni û li ser hesabên medyaya sosyal werin şandin an jî ji wan re werin şandin. Kesên ku dixwazin dikarin wêneyan li ser van hesaban bibîne:

Signal / Whatsapp / Telegram: +49 177 138 0767
E-mail: [email protected]
Twitter / Instagram: #7000gegenIsolation