Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bi rayedarên CPT re rûnişt

Însiyatîfa "Azadî ji Abdullah Ocalan re" di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" ji 1'ê Kanûnê ve li Strasbourgê çalakiyê dike. Di roja 14'an a çalakiyê de hevdîtin bi rayedarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) re hevdîtin hate kirin.

Çalakiya li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi dirûşma "Azadî wê bi ser bikeve; Ji bo Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê" pêk tê. Di roja 14'an de jî Hevserokên KCDK-E, hevserokên navendên civaka demokratîk ên di bin sîwana KCDK-E'yê de ne, nûnerên saziyên baweriyan ên li Ewropayê, FEDA, Koordînasyona Êzidiyan û nûnertiya Jinan dest bi çalakiyê kirin.

Hevserok û nûnerên saziyên baweriyan sibehê saet di 10:00 de li qada çalakiyê li hev civiyan û saet di 11:00 de dosyayek li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazên xwe radestî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin. Bi navê çalakgeran Hevserokên KCDK-E'yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç ji aliyê heyetekê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtina ku nêzî nîv saetê dewam kir, Hevserokê KCDK-E'yê hatin qada çalakiyê û saet der dora 11:40'î li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek dan.

Yuksel Koç got, "Bi navê hevserokan hemûyan tevî hevrêya xwe Fatoş Goksûngûr me bi CPT re hevdîtinek çêkir. Bi navê maseya Tirkiyeyê ya CPT du kesan em pêşwazî kir. Kesên ku me hevdîtin bi wan re kir, beriya niha 2 caran çûne girtîgeha Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin kirine. Di vê hevdîtinê de me got, 'Me heta niha gelek dosya gihand ber destê we. Em careke din bi heman daxwazê hatin. Bi navê hevserokên saziyên Kurdan ên li Ewropayê em hatin'. Ji me re wiha gotin, 'Hin hevalên we ji me re gotin ku heta daxwazên di dosyayê de pêşkêş kirine bi cih neyên anîn em ê ji vir neçin'.

Min jî ji wan re got ku ev daxwaz daxwazeke rast e û careke din destnîşan kir ku eger daxwazên me bi cih neyên anîn, weke KCDK-E em ê çalakî û berxwedana xwe ya li vê derê dewam bikin. Me got, 'Girtîgeha girava Îmraliyê bi tena serê xwe sîstemeke êşkenceyê ye. Em teqez qebûl nakin. CPT komîteya pêşîgirtina li êşkenceyê ye. Wê demê ji kerema xwe re daxwazên me bi cih bînin'. Şert û mercên ku Rêber Apo di nav de tê ragirtin ji aliyê gelê me û hestiyar ve ti carî nayê qebûlkirin."

Fatoş Goksûngûr jî got, "Me ji wan re got ku heta sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî nebe, em û gelê me wê li qadan bin."

Plansaziya ji niha û pê ve ya çalakiyê wiha ye:

* 15'ê Kanûnê roja Çarşemê wê Kurdistaniyên li Başûrê Fransayê çalakiyê dewr bigire.

* 16'ê Kanûnê roja Pêncşemê wê aktîvîstên enternasyonalîst û xebatkarên dîplomasiyê çalakiyê dewr bigirin.

* 17'ê Kanûnê În wê Kurdên ji derdora Dusseldorf û Kolnê tevlî bibin."