Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan wê li Brukselê civîna çapemeniyê li dar bixe

Înîsiyatîfa Azadî ji bo Kurdan ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin, wê li Brukselê civîna çapemeniyê li dar bixe. Înîsiyatîf bi milyonan îmzeyên ku di çarçoveya kampanyayê de berhev kirine, wê pêşkêşê Komîsyona YE’yê bike.

Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan, wê 31’ê Çileyê, roja Sêşemê saet di 13.30’an de li Qada Schûman a li nêzê Komîsyona YE’yê ya li Brukselê civîna çapemeniyê li dar bixe.

Di metina ku bi îmzeya Nûnerê Enternasyonela Pêşverû Danîel Kopp, hunermend û Lêkolînerê Propagandayê û Aktîvîstê New World Sûmmîtê Jonas de Staal û Berdevkê Rêxistin Aştiyê ya Vrede ya Belçîkayê Lûdo de Brabander bi rêya çapemeniyê hat ragihandin de, wiha hat gotin: “Hewildana Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî, daxwazeke bi lezgînî kir: ‘Em bang li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê dikin ku li ser navê aştî, demokrasî û mafê mirovan bila PKK’ê ji nav lîsteya rêxistinên terorîst derbixe.’ Bi vê bangê kampanyayeke kûreyî hat destpêkirin ku bi bi milyonan îmzeyan piştgiriya wê hat kirin. Îmze, piştî civîna bi çapemeniyê re wê pêşkêşê nûnerên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê were kirin.”

Gelek siyasetmedarên navdar jî wê di civînê de biaxivin, tê payîn ku bi sedan aktîvîstên îmze berhev kirine, wê tevlî civînê bibin.

Yên ku bixwazin tevlî civînê bibin, dikarin li ser navnîşana [email protected] qeyda xwe çêbikin.