Îmtihana dadgeriya Elman a li ser çanda Kurd

Li Elmanyayê, doza li dijî qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Muzîkê, ku du saziyên girîng ên Kurdan e, roja Çarşemê li Dadgeha Îdareyê ya Federal dest pê dike.

Weşanxaneya Mezopotamyayê ku ji sala 1995'an û vir ve li bajarê Kolnê bû, bi zimanên Kurdî, Tirkî, Elmanî, Îngilizî, Fransî, Erebî û Farsî bi salan çap kir û kir ku Kurdistaniyên li Elmanyayê çand, ziman û wêjeya xwe nas bikin.

Mîr Muzîk (MÎR Multimedia GmbH) a ku bi heman rengî sala 2008'an ava bû, bi dehan CD ên muzîka Kurdî derxist û xizmeteke girîng li hunera Kurd kir.

Lê belê herdu sazî bi biryara 1'ê Sibata 2019'an a Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer hatin qedexekirin û girtin. Polîsan biryar ji xwe re kirin hincet û 12'ê Sibata 2019'an avêtin ser herdu saziyan, alavên li nava saziyan desteser kirin û mohr li derî xistin.

Polîsan di serdegirtinê de pirtûka hînbûna Kurdî, pirtûka zarokan a bi Kurdî û pirtûkên li ser dîroka Kurdan jî di nav de dest danîn ser bi hezaran pirtûk û CD'yan. Wezaretê jî qedexeya li ser PKK'ê ya ku ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, ji bo vê qedexeyê kir hincet.

Li hemberî qedexekirina vê saziya çanda Kurdan ku di encama bazariya hikumeta Merkel a bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re pêk hat, Kurd sê sal in ji bo hiqûqê têdikoşin. Piştî serlêdana parêzerên herdu saziyan, pêvajoya dadgeriyê wê meha Adarê li dadgeha herî bilind, li Dadgeha Îdareyê ya Federal dest pê bike, ku ev dadgeh bi giranî pirsgirêkên navbera welatiyan û dewletê çareser dike.

DADGEH WÊ BI RÛNIŞTINEKÊ BIRYARÊ BIDE

Doza ku parêzerên saziyên Kurdan vekiriye wê li Dadgeha Îdareyê ya Federal a li bajarê Leipzigê roja Çarşemê pêk were.

Ev dadgeh ku di têkoşîna hiqûqê ya çanda Kurd de ya li dijî krîmînalîzekirina li Elmanyayê yekane muxatab e, wê bi rûniştineke bi tenê biryara xwe eşkere bike. Ji ber vê yekê ne tenê Kurdistanî, bala hêzên çep û demokratîk ên li ber sansura dewleta Elman radibin, ji niha ve li ser biryara ku dadgeh roja Çarşemê bide.

Parêzerên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê Dr. Peer Stolle, Dr. Lukas Theune û Berthold Fresenius di serlêdana dozê de diyar kirin ku bi qedexeya 12'ê Sibata 2019'an a Wezareta Karên Hundir re dengê herî girîng ê çanda Kurd a li Elmanyayê hatiye birîn û dixwazin ku qedexe bê rakirin. Parêzeran ragihandin ku herdu saziyan bi salan ji bo çand û muzîka Kurd xizmet kirine û ev qedexeya li Elmanyayê şiband zextên dewleta Tirk û dewletên din ên mêtinger ên li ser Kurdistanê. Parêzer destnîşan dikin ku divê pirtûk, arşîva muzîkê û CD ên hatine desteserkirin divê bên radestkirin.

KURD WÊ LI BER AVAHIYA DADGEHÊ BIN

Roja ku rûniştina dadgehê pêk were, Kurdistanî wê saet di 10:00 de tevî dostên xwe li ber avahiya daddgehê ya li navnîşana "Simsonplatz 1" xwepêşandaneke girseyî li dar bixin.

Tê payin ku gelek nivîskar, hunermend û muzîsyenên Kurd tevlî xwepêşandanê bibin û ji dadgehê bixwazin ku biryara qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê sererast bike.

Beriya vê dozê nêzî 100 nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, weşanxane û saziyên medyayê daxuyaniyeke hevpar dan û piştgirî dan têkoşîna hiqûqê ya Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê. Di deklarasyona hevpar de hate ragihandin ku ev qedexeya li Elmanyayê dişibe zextên dewleta Tirk ên li ser gel û çanda Kurd û hate gotin, "Azadiya fikir û hunerê ya ku li Elmanyayê bi destûra bingehîn hatiye ewlekirin, divê ji bo Kurdên li vî welatî jî derbas bibe."