Êzidiyên li Elmanyayê wê îro dakevin qadan

Êzidiyên li Elmanyayê wê îro berêvarî li hemberî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Şengalê kiriye li bajarên li Berlîn, Hannover, Oldenbûrg, Bîelefeld, Saarbrucken û Wesel-Emmerîchê dakevin qadan.

Êzidiyên li Elmanyayê li dijî komkujiya ku dewleta Tirk li Şengalê kir wê dakeve qadan. Îro êvarê wê li Berlîn, Hannover, Oldenbûrg, Bîelefeld, Saarbrucken û Wesel-Emmerîchê çalakî bên lidarxistin. Koordînasyona Civaka Êzidî bang li her kesî kir ku tevlî van çalakiyan bibin.

Komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker bi bombardûmana balafiran li Şengalê kir, li nava civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd bû sedema hêrseke mezin.

Koordînasyona Civaka Êzidî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê îro êvarê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyan li dar bixin.

Koordînasyonê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyan eşkere kir û bang li gelê Kurd bi taybetî jî Êzidiyan kir ku dakevin qadan.

Li gorî daxuyaniyê wê vê êvarê li van bajaran çalakî bên lidarxistin.

BERLÎN

Saet: 18:30

Cih: Alexanderplatz/Weltuhr

OLDENBÛRG

Saet: 17:00

Cih: Hauptbahnhof

BÎELEFELD

Saet: 17:30

Cih: Hauptbahnhof

SAARBRUCKEN

Saet: 18:00

Cih: Europagalerie

WESEL-EMMERICH

Saet: 18:00

Cih: Berliner Tor"