Êrîşên rejîma Îranê bi meşekê hate protestokirin

Kurdên li paytexta Fînland Helsînkî dijî êrîşên rejîma Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê bi meşekê heta ber derê Sefaretxaneya Îranê protesto kirin.

Çalakiya bi pêşengîya rêxistina PJAK a Fînlanda bi tevlîbûna çendîn nûnerên rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê pêk hat.

Çalakvan li ber stasyona metro a Kulosaarê meşiyan û dirûşmên dijî rejîma Îranê qîr kirin.

Li ber sefareta Îranê nûnerên rêxistinan daxuyanî dan û bê navber dirûşmên li dijî dagirkerî û êrîşkariya dewleta Îranê hatin qêrîn.

Di daxuyaniyan de banga yêkrêzî û yekîtiya hemû hêzên Kurdî hate kirin, li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk û Îranê.