Êrîşên qirkeriyê û dagirkeriyê li Parîsê hat şermezarkirin

Bi sedan kes li Parîsê li ber Sefaretxaneya DYE’yê bi mebesta protestokirina êrîşên dagirkerî yên dewleta Tirk çalakiyek lidarxistin.

Çalakiyên protestokirina êrîşên dagikeriyê didomin. Îro li paytexta Elmanya Berlînê û li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qadan bûn.

Çalakiya li Parîsê li ber Sefaretxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) pêkhat. Çalakî li ser banga TJK-E û CDK-E hat organîzekirin û bi sedan Kurdistanî û dostên wê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de pankarta “Les terroristes ceux qui massacrent le peuple Kurde” û dovîzên li ser hatibûn nivîsandin “PKK lutte pour l’humanite” hatin hilgirtin.

Çalakvanan piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşa Kurdistanê ji bo balê bikişînin ser êrîşên înkar û îmhaya li ser Kurdan xwe bi cilên spî yên dişibe kefenê ku li ser wan şopa destên bi xwîn hatibû xêzkirin pêçandin û xwe li erdê dirêj kirin û bi vî rengî protesto kirin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hatin xwendin û belavkirin; her wiha bi berdewamî dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.

Di daxuyaniyên hatin dayîn de ji bo protestokirina yên li hemberî qirkirin û dagirkeriyên li Kurdistanê bê dengin û helwesta di serî de hêzên navnetewî û DYE’yê hat gotin ku îro li wir in û ewê li hemberî qirkirin û dagirkeriyan bêdeng nemînin.

Hunermendên TEV-ÇAND’ê jî bi berhemên xwe tevlî çalakiyê bûn, li wir gel ber bi meydana Trocadero meşiyan. Tevî hemû hewldanên polîsan yên astengkirinê, gel bi rengekî bibiryar ber bi meydanê we meşiya.

Li meydanê bi berzkirina dirûşmeyan êrîşên qirkerî û dagirkeriyê hatin şermezarkirin. Piştre gel dovîz û cilên xwe yên dişibin “kefen” danîn erdê û çalakî bidawî kirin.