Êrîşên li ser cemxaneyan li Baselê hat protestokirin
Êrîşên li ser cemxaneyan û saziyên Elewiyan li bajarê Basel a Swîsreyê, hat protestokirin û wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li sazî û cemxaneyan derbikevin.”
Êrîşên li ser cemxaneyan û saziyên Elewiyan li bajarê Basel a Swîsreyê, hat protestokirin û wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li sazî û cemxaneyan derbikevin.”
Li ser Cemxane Şah-i Merdan a Mamak a Enqerê, Komeleya Elewiyên Demokratîk a TûzlûÇayirê (DAD), Cemxaneya Ana Fatma, Komeleya Gund a Gokçebel û Komeleya Turkmen Elewî-Bektaşiyê, êrîş pêk hatibûn. Ev êrîş li qada Claraplaztê ya bajarê Basel a Swîsreyê, ji aliyên saziyên Elewiyan ve bi daxuyaniyek a çapemeniyê hat protestokirin.
Li bajarê Basel û bajarên derdora wê, li ser banga hevpar a Saziyên Elewî û Yekîtiya Elewî-Bektaşî ya Basel û Derdora wê, Navenda Çanda Elewiyan a Basel û Derdora wê, Navenda Çanda Elewiyan a Weîl Am Rheîn, Navenda Çanda Elewiyan a Saînt Loûîs û Navenda Çanda Elewiyan a Reînfeldê çalakî hat lidarxistin. Parlementerê federal ê Baselê Mûstafa Atici, ÎDHF, Yekîtiya Têkoşînê, Bîr-Kar, Sekna Şoreşger a Proleter, Beksam, ÎTÎF û ATÎK piştgirî dan çalakiyê.
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’
Parlementerê Federal ê Kantona Baselê Mûstafa Atici axaftinek kir. Li ser navên saziyan daxuyanî ji aliyê Îsmaîl Ataş û Hasan Kamber ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Kesên ku êrîşê canê me, cemxane û saziyên me kirîn û kesên ku plana vê êrîşê birêvebirîn bila baş bizanin ku; Hûn nikarin me ji têkoşîna demokrasî, azadî û wekheviyê qut bikin. Em ji ber ku em li hemberî zext û her cure polîtîkayên şîdetê, serî natewînin.”
‘EM XWEDÎ LI CEMXANE Û SAZIYAN DERBIKEVIN’
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew wek Elewî baş dizanin heta ku li vî welatî gelên din azad nebin, ew jî azad nabin û her wiha bang li gel hat kirin ku xwedî li cemxane û saziyan derbikevin û li dijî provakasyonan hişyar bin.