Êrişên li ser Şengalê hate protestokirin -HATE NÛKIRIN

Li bajarên Ewropayê êrişên dagirker ên li ser Şengalê hate protestokirin.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye êrişên dagirker ên li ser Şengalê hate protestokirin.

Çalakî ji alyiê NAV-Berlînê hate organîzekirin û siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp axivî.

Yîgîtalp diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî qirkirina Êzidiyan nas kiriye û got “Îro em êrişa li ser nexweşxaneyên Şengalê û qirkirina gelê li Şengalê û bêdengiya li hemberî qetlîaman şermezar dikin.”

Hevserokê NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz jî diyar kir ku 100 sal in li ser gelê Kurd qetlîam heye û got “Dewletên Ewropayê li hemberî qetlîamên li Rojhilata Navîn bêdeng in û ji bo aştiyê hewl nadin. Ez vê bêdengiya wan şermezar dikim.”

Huseyîn Yilmaz diyar kir ku bi saya manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li hemberî feraseta DAÎŞ’ê têkoşîneke mezin hatiye kirin û got “Heke îro dewletên Ewropayê di nav aramiyê de bin ev bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye.”

BÎELEFELD

Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê jî êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin. Bi banga SMÊJ, NAV-YEK û HCÊ çalakî hate kirin. Çalakî bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di meşê de hevkariya Elmanya ya bi Tirkiyeyê re hate şermezarkirin. Piştre li pêşiya şaredariyê mîtîngek hate kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê jî êrişên qirker ên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Çalakî li pêşiya Eûropagaleriyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di çalakiyê de êrişên dagirker ên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî hate şermezarkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê jî bi banga Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser Şengalê hate protestokirin.

Çalakî li qada Vîeûx-Portê bi pankartên ‘Dewleta Tirk a terorê li Şengalê qirkirinê dike’, ‘Bimire îxaneta PDK’ê’ û ‘Kurd tên kuştin, Ewropa bêdeng dimîne’, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên TJK-E û flamayên YBŞ’ê dest pê kir.

Di çalakiyê de belavok hatin xwendin, piştre li ser navê NCDK’ê axaftin hate kirin.