Êrîşên kîmyewî li Kopenhagê hat protestokirin

Søren Søndergårdê di mîtîngê de li ser navê Partiya Yekîtiyê axivî, got: “Bikaranîna çekên kîmyewî ya hikûmeta Erdogan li dijî gerîla û şêniyên herêmê, sûcek e li dijî mirovahiyê” û banga rabûna bi erka xwe li partiyên siyasî kir.

Kurdistaniyên li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê dijîn û dostên wan, li Vesterbo Torvê hatin ba hev û êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên berpêyî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê protesto kirin.

Di danezana li ser navê Fed-Kurd’ê hat xwendin de, hat destnîşankirin ku bêdengiya ji êrîşên bi çekên kîmyewî re sûcek e li dijî mirovahiyê.

Søren Søndergård, li ser navê Partiya Yekîtiyê di mîtîngê de axivî, got: ‘’Bikaranîna çekên kîmyewî ya hikûmeta Erdogan li dijî gerîla û şêniyên li herêmê sûcek e li dijî mirovahiyê û bêdenmayîn hevakariya sûc e.” Søndergård bang li hemû partiyên siyasî kir ku bi erka xwe rabibin.