Êrîşên faşîst ên li Fransayê li Montpellîerê hatin protestokirin

Li bajarê Montpellîer a Frnasayê bi çalakiyekê êrîşa li bajarê Loyon a Fransayê ya li hemberî Kurdan, hate protestokirin.

Komîteya Gelê Kurd û Piştevaniyê, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Komîna Jinan a Delal Amed a Montpellîerê li bajarê Montpellîer a Fransayê bi çalakiya li pêşiya Walîtiya Montpellîerê lidar xistin, êrîşên li ser Kurdan ên li Fransa protesto kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku di encama polîtîkayên dewleta Fransa û Tirkiye li Fransa çeteyên Tirk ên faşîst û nîjatperest êrîşî komele û welatparêzên Kurd hatin kirin. Hate gotin ku ew van êrîşan protesto dikin.