Êrîşên dewleta Tirk li Sydneyê hatin şermezarkirin

Li bajarê Sydneyê yê Awûstralyayê Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Girseya ku li meydana Town Hallê komî ser hev bû, bal kişande ser wê ku bi êrîşên dewleta Tirk gelek sivîl hatine şehîdkirin.

Di mîtîngê de li dijî bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê helwest hate nîşandan û hate gotin, divê ti Kurd li bara van êrîşan bêdeng nemîne. Di mîtîngê de her wiha hate gotin, ji bo ku êrîşên dewleta Tirk werin rawestin divê saziyên navneteweyî tevbigerin.

Zanîn Aeîverî di çalakiyê de axivî, hevkariya rêveberiya PDK'ê ya ku bi dewleta Tirk re şermezar kir û got, dewleta Tirk ji bo ku destketiyên Kurdan ji holê rake êrîş dike. Aeîverî got, "dewleta Iraqê û welatên Rojava yên bêdeng hevkariya sûc dikin ku komkujiya li sivîlên li Başûrê Kurdistanê tê kirin. Em dixwazin civaka navneteweyî li dijî dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê dengê xwe derxîne."