Êrîşên dewleta Tirk li Erşovê hate şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kampa Şehîd Rûstem Cûdî ya Başûrê Kurdistanê û yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê li Erşovê hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li Erşovê ya bajarê Saratovê ya Federasyona Rusyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kamap Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî) û yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê hatin şermzarkirin.

Kurdistanî berê sibehê li Navenda Çandê ya Kurd a Erşovêhatin cem hev. Li vir endamê Meclîsa Gela Erşovê Yûsiv Mîrza Elî axivî û got dewleta Tirk bi destûra PDK'ê bi rehetî diçe herêmê.

Elî got ev êrîş ne tenê li ser PKK'ê ne û domand, ''Dewleta Tirk ji mêj ve Kurdan înkar dike. Ji hevkariya bi dewleta Tirk re, ku felsefeya wê ya sereke tinekirina Kurdan e ti sûd li Kurdan nabe. Ji ber vê jî hişmendiyeke wiha li pêş me ye ku  PKK'ê dike hincet û li çar hêlên cîhanê êrîşê dibe ser Kurdan. PDK xwe dispêrê çi wiha bi dewleta Tirk re bûne hevaldostik em nizanin lê tiştekî baş ji bo wan ji vê dernaye.''

Elî bi domdarî got, ''PKK di dîroka Kurdan de xwedî cihekî girîng e. Em dizanin çi Kurdê xwedî anor û namûs li dîrokê xwedî dertê. Li dijî koledariya ku dewleta Tirk a înkarker li ser Kurdan ferz dike, divê her Kurd li vê têkoşîna anor û rûmetê xwedî derkeve. Di serî de Rûsya, em bang li hemû hêzên navnetewî dikin ku li dijî êrîşên dewleta  Tirk bêdeng nemînin.''