Êrîşên dewleta Tirk li Adîgeyê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Adigeyê dijîn êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser wargeha Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezarkirin.

Meclîsa Komeleya Çanda Kurd a Adîgeyê ku li Komara Xweser a Adîgey a Federasyona Rûsyayê xebatan dike, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Adîgeyê pêk hat û endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) a Rûsyayê Feyzo Huseyîn axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi zanebûn sivîlan dike hedef.

Huseyîn wiha domand; “Her roja diçe dîktatoriya AKP’ê dijminahiya li dijî Kurdan belavî erdingariyekî berfireh dike. Roja derbasbûyî êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a dibin kontrola NY de kir û divê NY vê êrîşê şermezar bike û rêveberiya Tirkiyeyê hişyar bike. Tevî ku Wargeha Mexmûr ji roja avabûyî ve dibin parastina NY de ye heta niha li ser vê mijarê NY bêdenge û ev bêdengî me dixe nava fikaran. Em bang li hemû dewletên ku peymana NY îmzekirine dikin ku l dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bihestiyar bin.”

Huseyîn bi domdarî qala êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî kir û got; “Armanca êrîşên hevpar ên dewleta Tirk û PDK’ê yên li dijî herêmê dixwazin herêmê li sivîlan bigrin. Bi vî awayî PDK difikire ku wê hakîmyeta li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bihêztir bike. Tirkiye jî dixwaze bandoriya PKK’ê ya li herêmê tengav bike. Lê heta niha li herêmê yên herî zêde zirar dîtine welatiyên sivîl in. Ji windahiyên sivîlan destpêkê PDK û dewleta Tirk berpisyar e. Divê NY û hêzên navnetewî bikevin dewrê. Em Kurdên li Rûsyayê dikin hemû hêzên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin şermezar dikin û banga bidawîbûna êrîşan dikin.”