Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li Bremenê hatin şermezarkirin

Girseya gel ragihand ku dewleta Tirk li Kurdistanê sûcê kîmyewî dike û ji heyetên serbixwe xwest ku li herêmê lêkolînan bikin.

Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li Kurdistanê, li bajarê Bremen ê Elmanyayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Mîtîng li taxa Domseîdê hate lidarxistin û bi wesîleya Roja Bîranîna Mexdûrên Çekên Kîmyewî ya Cîhanî pêk hat. Ji bo bîranîna gerîlayên ku di encama êrîşên kîmyewî de şehîd bûn deqeyek rêz hate girtin.

Piştre jî belavokek bi Elmanî hate xwendin. Di belavokê de hate ragihandin ku bikaranîna çekên kîmyewî di asta navneteweyî de sûc e lê belê tevî vê yekê jî dewleta Tirk li Kurdistanê vî sûcî dike. Her wiha işaret bi bêdengiya welatên Yekîtiya Ewropayê û hemû dewletan hate kirin ku ev bêdengî tê wateya hevkariya bi vî sûcî re.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di êrîşên bi çekên kîmyewî de tevî şervanên HPG û YJA Starê gelek sivîl jî şehîd bûn û ji saziyên civakî yên navneteweyî, her wiha ji hikumet û dewletan hate xwestin ku li herêmê lêkolînê bikin.

Mîtîng bi sirûdên bi Kurdî bi dawî bû.