Êrîşên dewleta Tirk di rojeva Parlamentoya Ewropayê de ye

Parlamentoya Ewropayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker kir rojeva xwe. Di rûniştinên 12-15'ê Kanûnê yên Strasboûrgê de biryar hat dayîn ku rûniştinek bi navê "Êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li dijî Bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Iraqê" bê lidarxistin.

Di Parlamentoya Ewropayê de wê li ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bê sekinandin.

Bi banga partiyên siyasî yên di nav Parlamentoya Ewropayê û parlamenterên cuda û piştî nirxandina Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola û hewila Koma Dostaniyê ya Kurd a Parlamentoya Ewropayê, biryar hat dayîn ku di rûniştinên Strasboûrgê yên bên de li ser mijarê bê sekinandin. Piştî Seroka parlamentoyê Metsola bang li dewleta Tirk kir ku li gor hiqûqa navneteweyî tevbigere, duh jî endamên Koma Dostaniyê ya Kurd Parlamentoya Ewropayê, bi daxuyaniya çapemeniyê got: “Divê em ragihînin tiştên ku li cîhanê diqewimin em qebûl nakin.“ Koma Dostaniyê ya Kurd Parlamentoya Ewropayê eşkere kir ku ew ê mijarê ji Parlamentoya Ewropayê re bikin rojev.

13’ê KANÛNÊ WÊ LI SER ÊRÎŞAN BÊ SEKINÎN

Parlamentoya Ewropayê biryar da ku di rûniştinên Strasboûrgê yên 12-15’ê Kanûnê de bi sernavê “Êrîşên hewayî yên Tirk ên bi ser Bakurê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ya Iraqê“ rûniştinê bike.

KOMA DOSTANIYÊ YA KURD JI BER BÊDENGIYÊ BERTEK NÎŞAN DA

Hevserokê Koma Çepgir a Parlamentoya Ewropayê (GÛE/NGL) Martîn Schîrdewan roja 22’yê Mijdarê ji Seroka Komîsyona Ewropayê û Alîkarê Serok re got: “Xiyanet li Kurdan tê kirin û Kurd tên firotin. Ez li hêviyê me ku Komîserê Karên Derve Joseph Borrell û Seroka Komîsyonê Ûrsûla von der Leyen ji Erdogan re bibêje ku bila êrîşan rawestîne û bila demildest ambargoya çekan li ser Tirkiyeyê bê pêkanîn.“

Koordînatorekê Koma Dostaniyê ya Kurd a Parlamentoya Ewropayê Nîkolaj Vîllûmsenê Danîmarkayî banga, “Divê bergîdaneke kirinên Erdogan hebe. Divê em di vê mijarê de zend û bendan badin“ kir. Bi derengî be jî piştî biryara kirina rojev êrîşên dagirkeriyê ji xwe re, tê payîn ku parlamentoyên welatan jî bi rojevên wiha helwesta xwe li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê eşkere bikin.