Êrişên dewleta Tirk a li ser Şengalê hat şermezarkirin

Li Ewropayê Kurdistaniyan û dostên wê êrişên qirker ên dewleta Tirk ya li dijî Şengalê şermezar kirin.

Çalakiyên şermezarkirina êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Şengalê didomin.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf a Elmanyayê  bi çalakiya ku li ser banga YJK-E Dusseldorfê hat lidarxistin, êrişên qirker ên dewleta Tirk ya li ser Şengalê hat protestokirin.

Çalakî li ber HBF’ê ya li Dusseldorfê pêk hat. Di çalakiyê de siyasetmedar Lezgîn Botan axivî û bal kişande ser bêdengiya welatên NATO’yê ya li hemberî van êrişan.

Botan êrişa li ser Şengalê şermezar kir.

Di çalakiyê de bi domdarî dirûşmeyên “Tirkiyeya faşîst”, “Erdoganê kujer”, “NATO dide, Tirkiye bombe dike” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye jî êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.

Çalakî li ser banga Meclîsa Jin a Dest-Dan û rêxistina sêwan a Jinên Êzidî li Alêxanderplatzê hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Di axaftinên li wir hatin kirin de bêdengiya raya giştî ya li hemberî bomberdûmankirina nexweşxaneyek û qetlîamên rojane yên li ser sivîlan tên kirin hat protestokirin.

Her wiha di axaftinan de hate ziman ku dewleta Tirk bi peymana Tirkiye, Iraq û Hewlêrê di şexsê Êzidiyan de li hemberî hemû gelê Kurd operasyonên qirkirinê pêk aniye û hat gotin, “Ne gelê Şengalê û ne jî yê Kurdistanê bi van êrişan çavtirsî nabin, wê têkoşîna me li her qadê bidome.”

 Pitşî ku ji bo tevlîbûna çalakiya ku wê roja Şemiyê bê lidarxistin bang hate kirin, mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şengalê”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Kînder morder Erdogan” û “Fraû Morder Erdogan” bi dawî bû.