Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Viyanayê hate şermezarkirin

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd a Avesta bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ku li pêşiya avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin, ev peyam hate dayin, "Bêdengiya we ya li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk, hevkariya we ya li dagirkeriyê ye."

Di çalakiyê de li dijî êrişên dagirkeriyê dirûşm hatin qîrîn û işaret bi êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên AKP-MHP'ê yên li ser Kurdistanê hate kirin.

Çalakgeran dosyayek jî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî kirin û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" dawî li çalakiyê anîn.