Êrîşên dagirkeriyê û tecrîd hate şermezarkirin

Li bajarên Saarbrucken, Hannover û Essen yên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li bajarên Saarbrucken, Hannover û Essen yên Elmanyayê êrîşên dagirkeriyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zext û pêkûtiyên li ser girtiyan hate şermezarkirin.

SAARBRUCKEN

Li ber Europa Galerî ya li bajarê Saarbrucken bi çalakiyekê êrîşên dagirkeriyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zext û pêkûtiyên li ser girtiyan hate şermezarkirin. Di çalakiyê de pankartên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye“, “Mirinên li girtîgehê Tirkiyeyê pêktên li dijî mirovahiyê pêk tên“, “Bila êrîşên li ser Şengalê bi dawî bibe“ û “Bila dawî li dagirkeriya Efrînê were“ hatin hildan.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan bi awayek sîstematîk berdewam dike. Bi domdarî ev tişt hatin gotin: “Li Tirkiyeyê her roj di girtîgehan de cenaze derdikevin. Polîtîkaya tecrîdê veguheriye awayê sîstematîk. 4 sal e bajarê aramiyê Efrîn dibin dagirkeriyê de ye. Her cure sûcê li dijî mirovahiyê pêk tên.“

Herî dawî hate gotin ku li dijî polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê raya navneteweyî bêdenge û dewleta Tirk a dagirker jî ji vê bêdengiyê hêz digre.

HANNOVER

Bi pêşengiya PYD-Hannover 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin. Kurd û dostên xwe tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de êrîşên li dijî Şengalê jî hatin şermezarkirin.

Çalakî bi meşê berdewam kir û li ber avahiya konsolxaneya Tirkiyeyê belavok hatin belavkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bimre bêbextî” dawî bû.

ESSEN

Li Essenê jî bi pêşengtiya Saziya Malbatê Şehîdan û Windahiyan (KOMAW), Meclîsa Gel a Essen û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de Hevseroka Meclîsa Gel a Essenê Piril Çetîn axivî. Çetîn, bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha got: “Divê PDK dest ji polîtîkayên xwe yên bêbextiyê berde. Divê ambargoya li ser Rojava were rakirin. Heta ku ev polîtîkayên PDK’ê bidomin em ê li her qadê wan şermezar bikin.“

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", " Bijî berxwedana gerîla" û "Bimre xiyanet" bi dawî bû.