Êrîşên dagirkeriyê li Stûttgartê hatin şermezarkirin
Kurdên li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava doh bi şev çalakî kirin.
Kurdên li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava doh bi şev çalakî kirin.
Ji bo şermezarkirina êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê, li gelek welatên Ewropayê Kurd daketin qadan.
Saet di 01:00 de li bajarê Stûttgartê li qada Kobanê bi sedan ciwan li hev kom bûn û ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî YPG û YPJ'ê" hatin qîrîn.