Êrîşên dagirkeriyê li Lîmasolê hatin şermezarkirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Lîmasol a Qibrisê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hate gotin, "Em ê her derê bikin qada berxwedanê."

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Lîmasol ê Qibrisê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate şermezarkirin.

Girseya gel ji ber Navenda Çanda Kurd a Teofîlosê dest bi meşê kir û rêya Pededromê li trafîkê girt. Piştre jî li ber avahiya Şaredariya Lîmasolê li hev civiya û çalakiya xwe dewam kir.

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat li mîtîngê axivî û got, "Heta ku Kurdistanê azad bikin em ê her derê li dijmin bikin goristan. Roj roja azadkirian Kurdistanê ye. Kêliyek nîne ku em ji dest bidin. Divê gelê me her qadê veguherîne keleha berxwedanê. Ji bilî berxwedanê karekî me nîne."