Êrîşên dagirkeriyê li Lefkoşayê hatin protestokirin

Li bajarê Lefkoşa yê Kibrisê Kurd û dostên xwe, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.

Li bajarê Lefkoşa yê Kibrisê, Kurdistanî û dostên xwe, li ber Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê û Kibrisê êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Kurd û dostên xwe, bi banga Meclîs Gelê Kurd a Kibrisê, li Lefkoşayê hatin bal hev. Gel li ber avahiya Wezareta Hundirîn a Kibrisê hat bal hev û dest bi meşê kir.

Dostên Kurdan jî tev li çalakiyê bûn û çapemeniyê Kibrisê şopandina çalakiyê kir.

Çalakvanan, dema meşê li ser hev diruşmên ‘’Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî HPG’’, ‘’Bê Serok Jiyan nabe’’, ‘’Bimire xayintî’’, ‘’Bijî PKK”, “Komara Tirk a faşîst’’, ‘’Erdoganê dîktator’’ berz kirin.

DOSYE DAN PARLAMENTOYÊ

Çalakvanan, pêşî li ber nûneriya Parlamentoya Ewropayê sekinîn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. Endamên dîplomasiyê yên Meclîsa Gelê Kurd a Kibrisê, li vir dosyeya amade kiribûn dan rayedaran. Piştî hevdîtineke bi kurtî, çalakvan ber bi Parlamentoya Kibrisê ve meşiyan.

Çalakî li ber parlamentoyê veguherî mîtîngê. Di çalakiyê de sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ hat gotin. Alîkarê Serokê parlamentoyê çalakvan li ber derî pêşwazî kirin. Endamên dîplomasiyê dosye pêşkêşê alîkarê serokê parlamentoyê kir.

Alîkarê serok wiha got: ‘’Haya me ji şerê li Kurdistanê heye. Çalakiya hûn dikin hêja ye. Di demeke kin de bi rojeveke taybet wê meclîsa me li ser vê mijarê raweste.’’