Êrîşên dagirkeriyê li her derê cîhanê tê protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li her derê cîhanê tê protestokirin.

Kurd û dostên wê li her derê cîhanê protestokirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomînin.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê rêxistin û komên çepgir ligel Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, di çarçoveya Roja Çalakiyên Cîhanî de ji bo Kurdistanê çalakiyek lidar xistin.

Tora Piştevaniya bi Kurdistanê re ya ku ji rêxistinên çepgir, komunîst û anarşîst pêktê, li ber Parlementoya Fînlandiyayê êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê protesto kirin.

Di çalakiyê de bal hat kişandin li ser êrîş û gefên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê. Her wiha flamayên PKK, YPG/YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe îmze jî hatin berhevkirin. Her wiha kartên protestoyê ji bo şandina Sefaretxaneya Tirkiyeyê, hatin nivîsandin.

Çalakî bi dirûşme û stranên şoreşgerî nêzî 2 saetan dewam kir.

KOPENHAG

Li bajarê Kopenhag a Danîmarkayê Kurd û Danîmarkayî li Kûltorvê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

Di çalakiyê de berxwedana gerîla hat silavkirin û belavokên Defend Kurdistan (Kurdistanê biparêze) û Defend Revolûtîon (Şoreşê biparêze) hatin xwendin.

Endamên Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re û Komîteya Li Dijî Şer, Niha Dema Azadiyê Ye jî tevlî meşê bûn.

Ji Komeleya Roja Tarim a Ekolojîk Jorgen Holst behsa serdana Rojava kir û banga xwedî derketina li Rojava kir.

Di çalakiyê ji bo ku PKK ji lîsteyên qedexe bê derxistin îmze hatin berhevkirin û pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

VÎYANA

Li paytexta Avûstûrya Vîyanayê bi organîzeya Tevgera Şoreşa Yekîtiya Awûstûryayê dagirkerî û hevkarî hat protestokirin.

Meş ji Krîstîanbordoplatzê destpê kir û heya Mûseûmsqaûtîerplatzê dewam kir. Gel di meşê de li dijî tecrîd, dagirkerî û hevkariyê bi hêrs bûn.

LÎMASOL

Li bajarê Lîmasol a Qibrisê bi pêşengiya Însiyatîfa Piştevaniya bi Kurdan re, li ber Şaredariya Lîmasolê mîting hat lidarxistin.

Endam û partiyên di însiyatîfê de cih digrin, Serokê Giştî yê Partiya Keskan Yorgos Berdîgîs û Kurdistanî tevlî meşê bûn.

Di çalakiya li ber Navenda Çanda Kurd Teofîlos de, rêya herî qerebalix a bajêr li trafîkê hat girtin.

Di çalakiyê de belavokên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê hat xwendin û hunermendên girêdayî Meclîsa Gel jî stranên enternasyonalîst gotin.

OSLO

Li paytexta Norveç Osloyê bi dirûşmeya “Kurdistanê biparêze” li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî li ber îstasyona trenê ya Osloyê hat lidarxistin û gelek nûnerên partî, rêxistin û saziyên Norveçî piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re ragihandin.

Di çalakiyê de Serokê Partiya Sor a Osloyê Sîavash Movasherî, Hevserokê Saziya Piştevaniya bi Kurdistanê re (Solîdarîtet med Kurdistan) Trûls Strand, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ya Norveçê Hendrîn Nazîr, Hunermendê Şanoyê Sara Baban û li ser navê Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) Lîda Weerts yek bi yek axivîn.

Axaftvanan diyar kirin ku dewleta Tirk dagirkerî û qirkirinê dike hedef û bi gotina “Bêdengî hevkariya sûc e” hikûmeta Norveç û welatên NATO’yê ku çavê xwe li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya ji hêla Tirkiyê ve digirin, şermezar kirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Kurdistanê biparêze, destûr nede dagirkeriyê”, “Dewleta Tirk kîmyayê bi kartîne”, “Soldarîtet med Kurdistan (Piştevaniya bi Kurdistanê re)”, “Terorîst Erdogan” û “Kujer Erdogan” bi dawî bû.