Êrîşên dagirkeriyê li Cannesê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Cannesê ê Fransayê hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Cannesê ê Fransayê hatin protestokirin.
Li bajarê Cannes ê Fransayê, êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi serBakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hatin protestokirin.
Kurdistaniyên li ber îstgeha trenan a Cannesê hatin ba hev, pankartên nivîsên bi daxwaza girtina qada hewayî ya Rêveberiya Xweser li ser nivîsandî, hildan û meşiyan.
Dirûşmên “Bijî YPG“ û “Bijî YPJ“ hatin berzkirin û li ber avahiya Mîhrîcana Fîlman a Cannesê mîtîng hat lidarxistin. Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Demokratîk axavtin hatin kirin.