Êrîşên dagirkeriyê li Atînayê hat şermezarkirin

Kurdistanî û dostên wan li Atînayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Ji aliyê RiseUp4Rojava ve li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Rojava, li Qada Syntagma ku avahiya parlamentê lê ye, hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de bi pankart hatin vekirin û bi belavkirina belavokan gelên li derdorê hatin agahdarkirin. Çalakî bi lêdaa muzîka Kurdî, Yewnanî, Tirkî û Îngilîzî berdewam kir.

Çalakiya bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî YPG/YPJ’ê  û “Jin, Jîyan, Azadî” bi dawî bû.