Êrîşên dagirkeriyê li Ûlmê hatin protestokirin

Li bajarê Ûlmê yê Elmanyayê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Li bajarê Ûlmê yê Elmanyayê, bi xwepêşandaneke ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Elmanyayê (ADGB) ve hat kirin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.

Di axaftinên hatin kirin de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk li Kurdistanê polîtîkaya qirkirinê bi cih tîne û Yekîtiya Ewropayê (EU) û dewletên emperyalîst piştgiriya wê dikin. Di daxuyaniya hat xwendin de wiha hat gotin: “Hikûmetên Ewropayê yên li dijî dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ûkraynaynayê kirina şer didin ber çavên xwe, lê çavên xwe ji kirina sûcê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk re digirin.”

Di çalakiya bi şiara “Em li dijî dagirkeriyê parastina Kurdistanê dikin” hat lidarxistin de, belavok hatin belavkirin. Diruşmeyên “Li dijî faşîzmê pişta hev bigirin”, “Ji Kurdistanê bicehime Tirkiye”, ‘”Bijî piştevaniya enternasyonel’’ hatin berzkirin. Pankartên “Ji Kurdistanê bicehime Artêşa Tirk’’ û ‘’Rojavayê Biparêze’’ û alên saziyan hatin hilgirtin. 

AGÎF, ATÎF, û KON-MED û Partiya Marksîst-Lenînîst a Elmanyayê )MLPD) piştgiriya çalakiyê kir. Di çalakiyê de faşîstên Tirk provokasyon kir lê kes bi ber bayê wan neket.