Êrîşên dagirkeriyê di asta navneteweyî de bûn sedema nerazîbûnan

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, li welatên cuda yên cîhanê bûne sedema nerazîbûnan. Siyasetmedaran ji bo rawestandina komkujiyeke nû, bang li hikumetên xwe kirin ku tavilê Erdogan rawestînin.

Ji welatên DYE, Îtalya, Swêd, Elmanya û Awûstûryayê parlamenter, senator, şaredar jî di nav de siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanê, Til Rifet û Şehba û Başûrê Kurdistanê dan.

Endamê Partiya Keskan a Meclîsa Federal û Wezîrê Xurek û Çandiniyê yê Federal ê Elmanyayê Cem Ozdemîr got, "Bûyera bombekirinê ya li Stenbolê divê bi rengekî serbixwe bê lêpirsîn. Êrîşa Erdogan a li dijî Kurdan ku wan Kurdan li hemberî terorîstên Dewleta Îslamê bi serketî têkoşiyan, ji bo dûrxistina bala mirovan a ji felaketa aboriyê ya li Tirkiyeyê ye."

SMERIGLIO: EM PÊŞÎ LI KOMKUJIYEKEK NÛ BIGIRIN

Endamê Koma Sosyalîst û Demokratan a Parlamenta Ewropayê (S&D) Massimiliano Smeriglio li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Artêşa Tirk niha bombeyan li Sûriye, Kurdistan û Kobanê dibarîne. Em pêşî li komkujiyeke nû bigirin. Li platformên navneteweyî hemûyan bang dikin ku tavilê pêşî li Erdogan bigirin."

LAGONDINSKY: HÊVÎDAR IM LI GORÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TEVBIGERE

Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropa-Tirkiyeyê Sergey Lagondinsky got, "Ji ber van bûyeran gelekî bi fikar im. Mîna ku beriya demeke kurt di rûniştineke li Parlamenta Ewropayê de min got, ti fikara li ser ewlekariyê nikare binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî mafdar nîşan bide. Hêvîdarim wê li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin."

TRITTIN: ERDOGAN YEKÎ OTOKRAT E

Endamê Bundnis 90/Die Grunen ê Meclîsa Federal Jurgen Trittin: Erdogan û Pûtîn otokrat in, li dijî hiqûqa navneteweyî êrîşî welatên din dikin û kampanya hilbijartinê dimeşînin.

AYMAZ: PIŞTGIRIYA GELÊ KURD BIKIN

Alîkara Serokê NRW'ê û endama Parlamenta Kolnê Berîvan Aymaz: Merhaba raya giştî ya cîhanê, yên ku niha qîrîna azadiyê ya femînîst 'Jin, Jiyan, Azadî' gihandine cîhanê, li ber otokratan radibin, bi destûra Rûsyayê dibin hedefa êrîşên Îran û Tirkiyeyê. Piştgiriyê bidin gelê Kurd.

DZIEDZIC: DIVÊ EM VÊ YEKÊ JI TIRKIYEYÊ RE NEHÊLIN

Endama Parlamenta Awûstûryayê Ewa Ernst-Dziedzic: Hêzên hewayî yên Tirk bombardûmaneke giran li navenda bajarê Kobanê dikin. Divê em vê yekê ji Tirkiyeyê re nehêlin. Ev yek şerê li dijî Kurdan e.

BARTSCH: HIKUMETA ELMAN DIVÊ TAVILÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDE

Serokê Koma Partiya Çep a li Parlamenta Elman a Federal Dietmar Bartsch: Di demekê de ku bala cîhanê li ser Qatarê ye, hevkarê NATO'yê Tirkiye bombeyan li Rojava dibarîne. Bêyî ku li ber xwe bikeve! Divê hikumeta Elman tavilê helwestekê nîşan bide.

LECHTE: DIVÊ EM BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ

Berdevkê Polîtîkaya Derve ya FDP'ê Ulrich Lechte bi daxuyaniyekê ji bo êrîşa dagirkeriyê got, 'çalakiyeke bê aqil'. Lechte got, "Erdogan bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî êrîşî herêmên Kurdan ên li Sûriye û Iraqê dike, di heman demê de Îran bajarê Kurdan Mahabadê dagir dike. Di vê rewşê de xisareke mezin li sivîlan dibe. Ez vê çalakiya bê aqil şermezar dikim. Divê em bikevin nava liv û tevgerê."

LORENA LOPEZ DE LACALLE: EM ÊRÎŞÊN REJÎMA ERDOGAN BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Seroka Partiya EFA Lorena López de Lacalle: Yekîtiya Ewropa bikeve nava liv û tevgerê. Partiya EFA bi HDP'ê û gelê Kurd re ye. Em êrîşên rejîma Erdogan, dagirkerî, girtin, êşkence û sûîqestên wan bi tundî şermezar dikin. Demokrasî wê bi ser bikeve.

SVENNELING: POLÎTÎKAYA EWLEKARÎ Û DERVE YA NÛ YA SWÊDÊ YE

Berdekvê Têkiliyên Derve ya Partiya Çep a Swêdê Håkan Svenneling nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê da û got, "Mejiyê Erdogan bi vî rengî ye. Li gel rêveberiya xwe ya bi qisûr, ji bo mirovan bixapîne ku kare Tirkiyeyê bi rê ve bibe, dijminekî derve biafirîne. Dema ku Tirkiyeyê bombe kir, hikumeta Swêdê neçar dimîne ku li Brukselê bigere û jê bipirse bê çi difikire. Ev yek polîtîkaya nû ya ewlekarî û derve ya Swêdê ye."

Şaredarê Herêma 8'an a Romayê Amedeo Ciaccheri: Bombardûmana Tirk li dijî Kobanê ye, ku paytexta berxwedana cîhanî ya li dijî DAÎŞ'ê ye. Eger pêşî li vê operasyona sûc a li Rojava neyê girtin em ê berdêleke giran bidin. Pêwîstî bi dîplomasiya Ewropayê heye.

RAMELOW: DEWLETÊN NATO'YÊ XWE BÊDENG DIKIN

Serokwezîrê Eyaleta Thuringenê Bodo Ramelow: Hevparê NATO'yê Tirkiye êrîşên leşkerî dibe ser du dewletan. Dewletên NATO'yê jî xwe bêdeng dikin. Ez vê yekê gelekî qirêj dibînim.

Senatorê Emerîkî Chris Van Hollen nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û got, "Vaye em dîsa destpê dikin. Erdogan beriya bi mehan digot ku wê êrîş hevalbendên me Kurdên Sûriyeyê bike. Niha vê dike, divê kesî nexapîne. Rêveberiya Biden divê bi xurtî biaxive.