Êrişên dagirker li Torontoyê hate protestokirin

Kurdên li bajarê Torontoyê yê Kanadayê êrişên dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û êrişa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê protesto kirin.

Meş ji aliyê Kolektîfa Jinan a Sara Ozgur û Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê hate kirin.

 Di meşê de êrişên li ser Başûrê Kurdistanê ya ku di 23’ê Nîsanê de hatibû destpêkirin û kuştina Denîz Poyraz a li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hate protestokirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li dijî gelê Kurd êriş zêde bûne û tê xwestin ku HDP were girtin.

Piştî meşê çalakgeran li Xaçerêka Keele û Wilsonê daxuyaniyeke çapemeniyê xwendin û sloganên ‘Jin, jiyan, azadî’, ‘Şehîd namirin’û ‘HDP ne bi tenê ye’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de wêneyên Denîz Poyraz jî hate hildan.