Êrîşên dagirker li 3 bajaran hate protestokirin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li bajarê Lîmassol ê Kibrisê û li banliyoya Drancy a Parîsê êrîşên dewleta Tirk a ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê çalakî saet di 20.00’an de li pêşiya HBF’ê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk pankarta ‘Leşkerên Tirk ên faşîst destê xwe ji ser Kurdistanê bikişîne’ hate hildan û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin.

LIMASSOL

Li bajarê Lîmassolê yê Kibrisê jî gelê Kurd li dijî êrîşên dagirker daket qadan. Gel li Molozparkê li hev civiyan û êrîşên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê protesto kirin.

Çalakî ji bo bîranîna şehîd Sînan Dêrsim bi rêzgirtinê dest pê kir. Di çalakiyê de siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî û got “Hêzên li Başûrê Kurdistanê li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng dimîne û ev jî xeteke îxanetê ye. Wê gelê Kurd ê xwedî rûmet bersivê bide vê xeta îxanetkar.”

DRANCY

Li banliyoya Drancy a Parîsê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ji aliyê çalakvanên Tevgera Ciwanên Şoreşger hate protestokirin.

Çalakî di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ de û bi şîara ‘Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne’ saet di 18.00’an de li pêşiya Komeleya Çanda Kurdan a Drancyê dest pê kir. Ciwanan li nava bajêr bi sloganên Fransî û Kurdî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Meşa ciwanan a bi berzkirina sloganan heta Şaredariya Drancyê domiya.