Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Oldenbûrgê hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên ku dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin li bajarê Oldenbûrgê yê Elmanyayê hate protestokirin.

Gelê Kurd li dijî êrîşên dagirker li Oldenbûrgê daketin qadan. Êrîşên dewleta Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyyaê, êrîşên li ser Zap, Metîna û Avaşînê, êrîşên dewleta Iraq, KDP û dewleta Tirk ya li dijî Şengalê, êrîşên çeteyên Dîfaa El Wetenî yên rêveberiya Şamê û gefên Îranê yên li dijî Rojhilat hate protestokirin.

Gelê Kurd û enternasyonalîstên şoreşger ên Elman saet di 15.00’an de li Haûfpbahnofa Oldenbûrgê hatin ba hev û li dijî dagirkeran meşiyan. Di meşê de hate diyarkirin ku armanca êrîşan têkbirina destkeftiyên Kurdistanê ye. Di meşê e wêneyên şehîd Sînan Dêrsim jî hate hildan û sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ hate berzkirin.