Êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li Londrayê hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên ku dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin li Londrayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye gelê Kurd û dostên wan li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û Înîsîyatîfa Jinan a Rojê îro li pêşiya serokwezîrtiya Îngîltereyê çalakiyek kirin. Di çalakiyê de êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava hate protestokirin.

Di çalakiyê de bêdengiya Îngîltereyê jî hate protestokirin û sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Erdoganê dîktator’ hate berzkirin.

Di çalakiyê de hate gotin “Sê sal berê bi dagirkeriya li ser Efrînê û bi êrîşên li ser Avaşîn, Zap û Metînayê dixwazin gelê Kurd qir bikin. Di salvegera qirkirina Ermenan de li dijî Kurdan êrîş hate destpêkirin û dixwazin peyama qirkirinê bidin Kurdan.”

Di axaftinan de berxwedana gerîla jî hate silavkirin.