Êrîşên bi çekên kîmyewî li Lavrîoyê hatin şermezarkirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li Lavrîoyê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî çalakiyek lidar xistin.

Di dema çalakiyê de ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê re nameyek hate şandin.

Bi navê Navenda Çanda Kurd Welat Mêrdîn daxuyaniyek da û diayr kir ku dewleta Tirk demeke dirêj e li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Mêrdîn anî ziman ku OPCW û Neteweyên Yekbûyî li hemberî van sûcên şer bêdeng dimînin û diyar kir ku di vê mijarê de wan nameyek ji OPCW û Wezareta Karên Derve ya Yewnanistanê re şandine.

Mêrdîn got, "Em ê heta dawiyê rûyê qirêj ê dewleta Tirk teşhîr bikin û em zanin ku wê gerîla di vê berxwedanê de bi ser bikeve. Dewletên navneteweyî çiqasî bêdeng bimînin jî wê gelê Kurd dengê xwe timî bilind bike. Em ê bibin deng û nefesa gerîla."