Êrîşên bi çekên kîmyewî li ber Balyozxaneya Tirk a Munîhê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li ber Balyozxaneya Tirk a Munîhê bi çalakiyekê bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî protesto kir.

Kurd û dostên wan li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li ber avahiya Balyozxaneya Tirk a Munîhê hatin ba hev û êrîşên qirker protesto kirin.

Di çalakiyê de berxwedana bi heybet a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hate silavkirin û bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê hat dayîn. Di çalakiyê de peyama, “Em ê rûyê qirêj yê dewleta Tirk a dagirker li her derê teşîr bikin“ hat dayîn.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî berxwedana YPG”, “Jin jiyan azadî”, “Qatîl Erdogan, ji Kurdistanê bicehime” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.