Êrîşa PDK’ê ya li ser gerîla hate protestokirin

Li Dûîsbûrgê êrîşên PDK’ê ya li ser gerîlayên HPG’ê bi mîtîngekê hate protestokirin.

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ya li ser gerîla bi mîtîngekê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrg (NCKD) saet 17:00’an li Konîg-Heînrîch Platz hatin ba hev, êrîşa PDK’ê ya li ser gerîla protesto kirin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi Elmanî û Kurdî axaftin hatin kirin.

Hate gotin ku şehîdkirina 7 gerîlayên HPG’ê ya li Qadên Parastinê yên Medyayê ya ji aliyê PDK’ê û Barzaniyan ve tê wateya tesfiyekirina têkoşîna azadiyê. Helwesta PDK’ê ya li gel dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Çalakî bi dirûşma ‘Bimre Xiyanet’ bi dawî bû.

Herî dawî li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk banga yekîtiyê hate kirin.