Êrîşa li Mexmûrê li Zurîhê hate protestokirin

Êrîşa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê li bajarê Zurîh a Swîsreyê bi çalakiyekê hate protesetokirin.

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye li bajarê Zurîh a Swîsreyê bi meşekê hate protestokirin.

Kurdistanî li ser banga Navenda Civak Kurd a Demokratîk di çarçoveya pêngava ‘Li dijî dagikerî û qirkirinê her der Avaşîn, Metîna û Zap e; Dem dema azadiyê ye’ bi hêzên demokratîk ên Swîsre û Hevparên Hêza Têkoşîna Yekgirtî çalakî kirin.

Çalakî li Bahnhofplatzê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de Hevberdevkê Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsre (CDK-F) Alî Şîmşek axivî.

Şîmşek got: “Em bêdengiya NY û dewletên Ewropa yên li ser bejewendiyan xwe yên destekê didin dewleta Tirk qebûl nakin. Ji bo wê erka me ye em eniyên berxwedanê li her cihî bi hêz bikin.”

Piştî belavoka KCDK-E ya têkildarî qetlîam û dagirkeriyê û şûnde çalakî bi dirûşman dawî bû.