Êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin

Kurdên li Ewropayê bi çalakiyên girseyî êrişên dewleta Tirk a li dijî Şengalê protesto kirin.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li pêşiya sefaretxaneya Tirk êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin.

Hevserokê NCDK’Ê Sêydîk Amed diyar kir ku dewleta Tirk nexweşxaneya li Şengalê bomberdûman kiriye û divê dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan bide.

Çalakî bi sloganên ‘Ewropa fînanse dike, Tirkiye jî bomberdûman dike’ bi dawî bû.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê jî êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin. Çalakî li qada Grand Theatreyê hate kirin û êrişa dewleta Tirk a li dijî Şengalê hate protestokirin.

Çalakî bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

VILLENEÛVE SAINT-GEORGES

Li banliyoyeya Villeneûe Saint-Georgesê ya Parîsê jî êrişa ku dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê kiribû hate protestokirin.

Gelê Kurd li pêşiya NCDK’ê hatin ba hev û bi pankarta ‘Em qetlîama li Şengalê şermezar dikin’ û ‘Tolhildan’ vekirin. Çalakger ber bi şaredariya Saînt Georgesê meşiyan.

Piştî meşê Hevserokê CDK-F’yê Necmettîn Demîralp axivî û got “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze civaka Êzidî tune bike. Dixwaze vê polîtîkaya xwe ya qirêj jî bi destê DAÎŞ, PDK û Rojava bike. Lê her carê li ber felsefeya Rêber Apo têk diçin. Ji bo xwedîlêderketina destkeftiyên Şengalê em ê li qadan bin.”