Çomlek: Divê Kurd bi ruhê serkeftina Garê yekitiya xwe çêbike

Endamê Komîteya Têkiliya Karên Derve yê Mexmûrê Seîd Çomlek anî ziman ku divê bi ruhê serkeftina Garê, Kurd di nava xwe de yekitiyê çêbike û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bike.

Endamê Komîteya Têkiliya Karên Derve ya Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Seîd Çomlek li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê nirxandinên xwe ji ANF’ê re diyar kir û got divê Kurd bi ruhê serkeftina Garê yektiya xwe çêbike û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bike.

Seîd Çomlek da zanîn ku teknîka herî mezin aqilê mirove û got: “Di 10’ê Sibatê de dewleta Tirk bi hêz û teknîkeke herî mezin êrîşî Garê kir. Heta 14’ê Sibatê ev êrîş berdewam kir, ruxmê vê yekê jî serkeftina ku dewleta Tirk dixwest bi dest nexist. Ev yek jî bi saya qehremanên Garê ku li hemberî teknîka herî pêşketî berxwedanek bê hempa dayîn pêşket. Bi taybet Şehîd Şoreş Beytuşebab û 14 hevalên ku şehîd ketin bi rastî jî destanek nivîsandin. Ev destan di hiş û bîrê gelê Kurd û cîhanê de weke serkeftinek pir mezin hate nîşankirin. Li vê derê dîsa hate zanîn ku teknîka herî mezin aqilê mirov e. Di Berxwedana Garê de ev yek derket holê. Hemû cîhanê qebûl kir ku gelê Kurd li Garê serkeftin bi dest xist û dewleta Tirk têk çû. Em vê serkeftinê li Rêber Apo pîroz dikin û qehremanên ku şehîd bûne jî birêzdarî bibîr tînin.”

Çomlek diyar kir ku çawa dewleta Tirk li Heftanînê bi serneket li Garê jî mezin winda kir û wiha domand: “Dewleta Tirk li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd e, li kûderê destkeftiyek ê Kurdan hebe êrîşî wê derê dike. Dewleta Tirk dixwest bi rêzê ve êrîşî hemû qadên Herêmên Parastina Medyayê bike; destpêkê êrîşî Heftanînê kir piştre hate Garê. Çawa ku li Heftanînê serneket li Garê jî mezin winda kir. Piştî binketina dewleta Tirk a li Garê, dixwazin êrîşî Şengal, Qendîl, Mexmûr û hemû qadên ku destkeftiyên Kurdan lê heyî bikin.”

‘DIVÊ GELÊ KURD BI RUHÊ SERKEFTINA GARÊ YEKTIYA XWE ÇÊBIKE’

Çomlek destnîşan kir ku divê gelê Kurd bi ruhê serkeftina Garê yekitiya xwe çêbike û wiha pêde çû: “Divê gelê Kurd bi ruhê serkeftina Garê yekitiya xwe çêbike, rêxistinbûna xwe xurt bike û ji her demê zêdetir xwedî amadekarî be. Divê em xwedî li pêngava KCK’ê ya “Dem dema azadiyê ye” derbikevin û çalakiyên xwe ji bo azadiya Rêber Apo lidar bixin. Pêwîste bi ruhê serkeftina Garê çalakiyên xwe li her deverên Kurdistanê belav bikin.”

‘BI YEKTIYÊ DEWLETA TIRK DIKARE WERE TÊKBIRIN’

Çomlek herî dawî wiha got: “Cîhanê dît ku dewleta Tirk dikare were têkbirin. Divê em hemû hêza xwe ji bo têkbirina Tirkiyeyê bikar bînin, ji xwe serkeftina Garê jî ev yek nîşan kir. Niha ji hemû deman zêdetir pêwîstî bi yekitiya Kurdan heye. Ji ber ku êdî diyar bû bi yekitiyê wê dewleta Tirk were têkbirin. Dema ku dewleta Tirk têk çû wê Kurdistanek azad were damezrandin. Ji bo vê yekê çi bikeve ser milê me divê em bi zêdehî pêk bînin. Divê em rê nedin dijmin dest bavêje hindirê me.”