Çiya bire odeya xwe û xwe bire çiyayan

Aydin ê ku digot, ‘’Dema ku çiyayan bînî cihê ku lê dimînî û bijî, wê demê bi gerîla re dimeşî’’, çiya birin odeya xwe  ya biçûk û piştre ber bi çiyayan ve meşiya. Par, li Eyaleta Erzeromê tevlî nav karwanê şehîdan bû.

Evîna dilê min de tu yî Apo

Destana jiyana min tu yî Apo

Sond û peymana soza me Serok Apo

Hêviya gelê cihanê Rêber Apo…

Spêdeya Sibateke sar bû. Ev stran li hemû kuçeyê olan dida. Li pişt amin çentê min, ketibûm rêya Amedê. Dema ku ber bi wê adrêsa ve, ku dabûne min, diçûm, deng nêzîktir dibû. Gerîlayê bi navê Hogir digot. Sal 2012 bû. Li serê her kuçeyekê polis hebûn. Ji ber vê, her kesî nediwêrî wiha vê stranê lêbixe.

Em ber bi wê adrêsê ve çûn û dema ku bi pepepûkên bînahiyê ve hildikişayam êdî min jî di ber xwe de stran digot. Yê ku ji deriyekî biçûk û rengê qehweyî, bi çaya destê xwe derketî, mêrek bû, çefiyeke sor li dora stûyê wî û bi berçavk bû. De qey ji ber beşîşîna me wêrek bû, xwe nêzî me kir, got, ‘’xêr ama’’ û hema beriya ku hilmê bistîne dema ku gotî, ‘’Hê we maneya wê nepirsî, ez bibêjim, bi Zazakî, ‘’hûn bixêr hatin’’, em pir li ber xwe ketibûn.  Dema ku me got, ‘’her kesî stran bihîst, bû mîna konsêrê’’ beşişî’’ û got, ‘’Em neçûn çiyê, qet nebe me got em li van deran çiyayan hîs bikin û bijîn’’. Hema di cih de du çay anî.

Li Kurdistanê ji bo ku hûn bi yekî re civakê bikin, hewceyî pê nîn e, ku hûn nav, cih, netew, mezhebe xwe bibêjin. Di ser çapemeniyê re, di ser rewşa giştî ya Kurdistanê re hin nîqaş bi me re dikir, bellî bû ku serwextî pêvajoyê bû û got, ‘’Hûn dixwazin dîsa stranê lêbixim?’’, dema ku wiha gotî, min got, ‘’wê pir baş be’’. Beşişî û bi bez çû ji kompîtirê dîsa stran lêxist. Ez jî li pey çûme odê.

Got, ‘’ciwan nameşin, dibezin’’. Di dilê xwe de min got, ‘’teqez ev gerîla ye’’. Li odeyê, wêneyekî mezin ê Alî Çîçek hebû, ku jê re ‘’Stêrika Sor’’ dihate gotin û navê ciwan ê Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bû. Dema ku çavê min bi wêne ket, got, ‘’Ew fermandarê me ye. Hê di 17 saliya xwe de ketiye zindanê’’ û li pey hev, pêşengên ciwanan yek bi yek jimart û vegot. Ozgur Ronî, Kurtay Faraşîn, Arjîn Çem,  Baz Mordem û gelek navên din… Min nedixwest ku gotina wî bibirim. Xwedî otorîteyeke sirûştî bû, bêyî ku mirov aciz bike, xwe dida qebûlkirin. Dema ku pirsî bê ka ez çima hatime û min gotî, ‘’Ji bo ku keda xwe li azadiyê zêde bikim’’ hatime, bi kenekî bilind got, ‘’Mirov dema ku ji bo keda xwe li azadiyê zêde bike, were, qey destvala tê’’. Ez hem li ber xwe ketim û hem jî têr keniyam.

Got, ‘’Navê min Aydin e’’ . Weke navê xwe bû. Ji dema ku em ketin hundir, weke ku li dergeha xwe me bigerîne, derbarê her tiştî em agahdar dikirin.  Ev wiha pir beloq nedikir. Xwedî enerjiyeke wiha herikoyî bû, tenê ku hûn bibeşini jî, ji Aydin, we li dîroka ji xaka Kurdistanê guhdarî dikir. Min bi çavê xwe didît û bi guhê xwe dibihist bê ka çendî dilsozê dîrok û gerîla ye û çendî xwedî meraq e li ser wan. Dema ku min gotî, tu li vê odeya biçûk aciz nabî, bêyî ku bifikire got, ‘’Qet wextê min namîne. Dema ku tu çiyayan bîne cihê ku lê dimînî û bijî, bi gerîla re dimeşî, dibî gerîla.’’

Piştî du salan em çûne çiyayan ku tim me xeyala wê dkir. Çiyayên ku kiribû çargoşyeke berteng, niha wê xwe tê de bi cih bikira. Digot, ‘’Çiya, gavên vegera li xwebûnê ye.’’

Enerjiya ku lê teng dihat gihande her deverê. Kê dikarîbû bisekinîne. Demeke dirêj li çiyayên Başûrê Kurdistanê ma û piştre çû çiyayên Bakurê Kurdistanê. Belkî jî, ya zehmet hilbijartibû. Ji ber ku gerîlatî ew e ku mirov a zehmet pêk bîne, ne ew bû ku mirov a zor ji hevrêyê xwe re bihêle. Wî ya zor hilbijart, rahişte tûrikê xwe jî, bi gerîlayê ku heyranê wî bû berê xwe da Erzeromê. Heval Dersim, par, li gundê Dagli Tepe yê Eyaleta Erzeromê ber bi rêyeke bêdawî ve bi rê ket.’’