Çira TV li Laleşa Nûranî hate qedexekirin

Asayîşa Şêxan nahêle ku Çira TV ku televîzyoneke Êzidiyan e li warê pîroz ê Êzidiyan li herêma Şêxanê bixebite ku Laleşa Nûranî lê ye. Rêveberiya Çira TV nerazîbûneke tund nîşanî vê qedexeyê da û bang li rayedaran kir.

Çira TV qenaleke ku rê û resmên civaka Êzidî diweşîne.

Nêzî 7 sal in hem bi bernameyên xwe hem jî bi nûçeyên xwe cih dide çand û jiyana Êzidiyan a li Kurdistanê, Ermenistanê û her devera ku Êzidî lê ne.

Lê belê karê Çira TV li warê pîroz ê civaka Êzidî, li Laleşa Nûranî ji aliyê Asayîşa Şêxan ve hate qedexekirin.

WALÎTIYA DUHOKÊ: ÇIRA TV LI HERÊMA KURDISTANÊ QEDEXE YE

Ji ber vê qedexeyê, ji 27'ê Tîrmehê ve, li Şêxan û bi taybetî li Laleşa Nûranî, Çira TV nikare rê û resmên olî, cejn û şahiyên civaka xwe bişopînin û ti dîmen û agahiyek werbigrin û biweşînin.

Di van du mehan de gelek serlêdan li rayedarên hikumeta Başûrê Kurdistanê hatin kirin, lê belê encameke erênî ji van serlêdanan nehate wergirtin.

Li gorî agahiyên ji rayedarên televîzyonê hatin wergirtin îro bi navê Walîtiya Duhokê bersivek ji serlêdana wan re hatiye dayin û ji wan re hatiye gotin ku Çira TV li herêma Kurdistanê qedexe ye û nabe ku li herêmê bixebitin.

Ji bo vê qedexeyê jî ti hincet nehate nîşandan.

Li ser vê yekê, rêveberî û desteya weşanê ya Çira TV jî îro daxuyaniyek da..

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniyê de hate gotin, ku ji bo dawî li qedexeyê bê anîn, di van du mehan de, weke Çira Tv, gelek caran bi awayê nivîskî û raste rast, bi rê û rêbazên fermî, serlêdan li sazî û meqamên fermî yên herêmê kirin.

GEFA GIRTINÊ LI XEBATKARÊN ÇIRA TV HATE XWARIN

Her wiha di serî de Mîrê nû, Bavê Şêx û Heyeta Rûhanî, bi nûnerên civaka Êzidî yên li herêmê û rayedarên têkildar ên rêveberiya herêma Kurdistanê re, gelek hevdîtin pêk anîn.

Lê her carê bersiva ku ji bo serlêdanên Çira TV hate dayîn ev bû; 'Hûn nikarin bixebitin û heke dîmen an agahiyeke ji vir di Çira TV de bê weşandin jî, xebatkarên we, wê bên girtin..'

'BÊYÎ HINCET GOTIN; ÇIRA TV LI HERÊMA KURDISTANÊ HATIYE QEDEXEKIRIN'

Herî dawî îro careke din, me serî li parêzgeha Dihokê da.

Parêzgeha Dihokê bêyî ku ti hincet û sedemekê nîşan bide, dîsa ev bersiv da me; 'Hûn weke Çira Tv, li Herêma Kurdistanê hatine qedexekirin, ji ber wê nikarin bixebitin'."

Desteya rêveberî û weşanê ya Çira TV, ev yek li dijî azadiya ragihandinê û bi taybetî li dijî hebûna civaka Êzidî nirxand û diyar kir, ku qedexekirina televîzyoneke Kurdistanî, bi taybetî ya civaka Êzidî, heman demê li derveyî nirxên neteweyî ye.

BANG LI HIKUMETA HERÊMÊ KIR KU QEDEXEYÊ RAKE

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî, ji bo rakirina qedexeya li ser Çira TV, ev bang hate kirin;

"Li ser navê rêveberî û desteya weşanê ya Çira Tv û hemû temaşevanên xwe, em careke din daxwazê, li asayîşa Şêxan, parêzgeha Dihok û hukûmeta herêma Kurdistanê dikin, ku dawî li qedexekirina xebatên me bînin.

Ji ber ku ti îzeha qedexekirina televîzyona me, ku her tim bêyî ku cudahî û ferqê bixe nav, bûye çav, guh û zimanê civaka Êzidî, ku 5 sal berê, careke din bi fermanê re hate derbaskirin, nabe û tine.

BANGA LI MÎR

Her wiha di serî Mîrê nû yê hatiye diyarkirin, Bavê Şêx û heyeta ruhanî, bang li civaka me ya Êzidî ya li Şêxanê dikin, ku ji bo rakirina qedexeyê, bikevin nav liv û tevgerê...

Ji ber ku ekîba me ya Çira Tv, ji ber erke xwe ya sedema hebûna wê, weke hemû cihên ku Êzidî lê hene, her kar û xebatên civakî, olî û çandî li Laleşa Nûranî jî, ji bo civaka xwe û raya giştî dişopand.

Cejn, rê û resmên olî, nûkirina Laleşa Nûranî û her devera wê, bi kurt û kurmancî her livûtevgera li Laleşa Nûranî, digihandin temaşevanên Çira Tv.

Ji ber ku deng û rengê Êzidxanê ye, Endamên Meclîsa Rûhanî ya Êzidiyan, binemala Mîran, micewir û xilmetkarên Laleşê bi awayekî xwedî bawerî, dengê xwe digihandin Çira Tv.

Weke Çira Tv, heman demê banga me, ji bo hemû sazî û dezgehên ragihandinê yên neteweyî û navneteweyî, hemû hêzên siyasî û civakî yên Êzidxan û Kurdistanê, temaşevanên me û raya giştî heye, ku li hemberî vê qedexekirinê, helwestê nîşan bidin."