Çeteyên ku Tirkiyeyê ew şandibûn Lîbyayê penaberî YE’yê dibin

Çeteyên ku dewleta Tirk ew şandibûn Lîbyayê, çekên xwe datînin û penaberî Yekîtiya Ewropayê dibin. Hate diyarkirin heta niha 17 çete gihiştine Îtalyayê.

Bi fermana Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan, Tirkiyeyê çeteyên xwe yên li Sûriyeyê dişand Lîbyayê. Ji bo piştgiriya hikumeta li Trablûsê Tirkiyeyê çeteyên li Efrînê şandibû Lîbyayê.

Tê diyarkirin ku hejmara van çeteyan 2400 e û ev çete bêyî ku şer bikin, çekên xwe datînin û direvin. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya li Londrayê diyar kir ku beşeke zêde van çeteyan ji bo ku xwe bigihînin welatên Yekîtiya Ewropayê reviyane Cezayîrê.

Hate ragihandin ku 17 çeteyan xwe gihandina axa Yekîtiya Ewropayê û daxwaza penaberiyê li Îtalyayê kirine. Mala Çavdêriyê diyar kir ku wan ev agahî ji malbatên çeteyan ên li Sûriyeyê wergirtine.

Mala Çavdêriyê diyar kiribû ku Tirkiyeyê 2400 çete şandiye Lîbyayê û a niha jî 1700 çeteyan ji bo şandinê perwerde dike.

Li gorî saziyên medyaya welatên Rojava bi awayê fermî 80 leşkerên Tirk li Lîbyayê hene. Tirkiye jî diyar dike 35 leşkerên wan li Lîbyayê ne.