Çepgirên Kurd û Elmanî di hedefa îstîxbarata hundirîn de ne

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn polîtîkaya xwe ya krîmînalîzekirina saziyên Kurdan berdewam kir. Di rapora ku komên çep ên Elman ên ku bi Kurdistanê re di nava piştgiriyê de ne hedef girt, xebatên MÎT'ê jî weke ku nîne nirxand.

Saziya îstixbarata navxweyî ya Elmanyayê rapora sala 2021’ê ya Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn bi civîneke çapemeniyê li paytext Berlînê ji raya giştî re hat eşkerekirin. Di rapora ku Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Thomas Haldenwang û Wezîrê Karên Hundir Faeser jî di civîna nasandina wê de amade bûn de ji agahiyên têkildarê sazî û rêxistinên ku li Elmanyayê di bin çavdêriyê de ne hat dayin.

Wezîr Faaser di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku rastgirên tundrew ji bo Elmanyayê xeteriyeke mezin e û diyar kir ku divê pêkhateyên rastgir ên tundrew bên belavkirin û pêşî li bidestxistina çekan bê girtin.

Li gorî rapora ku di civîna çapemeniyê de hat ragihandin, her çiqasê tawanên ji ber rastgiran çêdibin kêm bûne, lê ji aliyê din ve hejmara rastgirên tundrew di nava salekê de 200 kes zêde bûye û li gorî sala borî gihîştiye 13 hezar û 500 kesan. Li gorî îstîxbaratê, di derdorên çepgirên tundrew de jî rewşek bi vî rengî rû da. Hejmara "sûcên çepgirên tundrew" ên ku hejmara wan 6 hezar û 100’î hat tomarkirin ji sedî 7,4 kêm bû, hat îdiakirin ku hejmara çepgirên tundrew 10 hezar û 300 kes e.

JI TEVGERA AZADIYA KURD RE 8 RÛPEL HAT VEQETANDIN

Lê belê tevî ku hat îtîrafkirin ku çalakiyên rastgirên tundrew li ser Elmanyayê xeteriyeke cidî ye û rêxistinbûna xurt a çeteyên faşîst ên girêdayî hikûmeta AKP-MHP'ê, îstîxbarata Elman da xuyakirin ku Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn sala borî zêdetir komên çep ên Elman, Tevgera Azadiya Kurd û rêxistinên din ên şoreşger ên cîhanê şopandiye.

Rêxistina Parastinê ya Destûra Bingehîn a ku bi awayekî seranser sîxurî û fealiyetên çete yên rejîma Erdogan girte dest, 8 rûpel ji PKK'ê re veqetand ku ji sala 1993'an û vir ve xebatên wê hatine qedexekirin. Dîsa di beşa “Têkiliyên çepgirên tundrew ên li derve” de hate gotin ku komên çep ên Elman di bin navê xebatên ‘Piştgiriya bi Kurdistanê re’ piştgirî didin Herêmên Xweser yên Kurd û PKK’ê. “Çepên tundrew” ên navborî yên ku ji bo piştgiriya gelê Kurd û berxwedana li dijî şer û êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê radiwestin, bûn hedefa îstixbaratê.

RÊJEYÊN SÛCAN XERABKİRİN Û KIRIN AYÎDÊ PKK'Ê

Di rapora ku di bin sernavê "rêxistinên tundrew ên bi derve re têkildar in" hat nîqaşkirin û hat îdiakirin ku PKK li welat xwedî potansiyela 14 hezar û 500 endamî ye, her wiha hat îdiakirin ku ji sedî 40’ê 311 sûcên ku di çarçoveya "tundrewiyên biyanî" de hatine kirin girêdayî PKK’ê ne. Lê belê di derbarê çawaniya van sûcan de agahî nehat dayîn, ji van sûcan tenê 160 sûc binpêkirina “qanûna komeleyan", birîndarkirin û "xerakirina aramiya welat" hat ragihandin.

Îstîxbarata Elman guh neda wê yekê ku piraniya van bûyerên tundiyê di encama provokasyonên polîsan ên bi hinceta "sembol û dirûşmeyên qedexe" di xwepêşandanên ku ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hatibûn organîzekirin de pêk hatin. Jixwe di dawiya beşên li ser PKK’ê de, îstîxbaratê li xwe mikur hat ku çalakî û xebatên girêdayî PKK’ê ku li seranserê Ewropayê hatine kirin bi awayekî aştiyane bûne. Lê tevî vê yekê jî di raporê de cih ji îdiaya ku "şiddeta îdeolojiya PKK'ê vebijêrkek e" cih girt.

Di raporê de ku komeleyên Kurd, saziyên sivîl, rêxistinên olî/mezhebî û organên çapemeniyê yên bi awayekî fermî li Elmanyayê dixebitin jî hatin sûcdarkirin, di vê mijarê de zimanê dewleta Tirk hate bikaranîn. Îstîxbarata ku îdia dike ku PKK amûrên çapemeniyê bi gelek awayan bi kar tîne, çapemeniya Kurd Yenî Ozgur Polîtîka, ANF û Stêrk TV hedef nîşan da.

MIKUR HATİN KU 'ELMANYA DI NAVENDA MÎT'Ê DE YE'

Hêjayî bibîrxistinê bû ku îstîxbarata Elman ku lêkolînên têkildarî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi berfirehî lêkolîn kirin, Kurd û dostên wan etîket kirin û kiryarên hikûmeta AKP-MHP’ê yên ku ewlehiya navxweyî ya welat dixe xeteriyê bi awayeke seranser girte dest. Di raporê de hat destnîşankirin ku Elmanya di nava welatên di navenda xebatên îstîxbarata Tirk de cih digire, hate gotin ku MÎT yekser girêdayî AKP'ê ye.

Hate diyarkirin ku MÎT hewl dide bikevin nava civaka bi eslê xwe Tirk, di heman demê de hewl dide bandorê li pêvajoyên biryardayîna siyasî yên li tevahiya Elmanyayê bike. Li gel MÎT’ê, rêxistina lobiyê ya AKP’ê Yekîtiya Demokratên Navneteweyî (ÛÎD) bû saziya rejîma Erdogan ku îsal di raporê de cih girt. DÎTÎB, saziya olî ya dewleta Tirk a li Elmanyayê, îsal jî di raporê de cih negirt. DÎTÎB tenê di rapora sala 2019'an de hat ragihandin de cih girt û di salên pêş de hat derxistin.

REWABÛNA WÊ YA HIQÛQÎ TUNE YE, KARÊ WÊ ÇÊKIRINA TÊGIHÎŞTINÊ YE!

Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn tevî ku berpirsyarê îstîxbarata navxweyî ye jî, ku rewabûna wê ya hiqûqî nîne û timî tê rexnekirin, weke "dewleta kûr" a Elmanyayê tê naskirin. Armanca bingehîn a Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn ku li hember gefên qaşo metirsiyê li ser berjewendiyên siyasî, aborî û leşkerî yên dewletê çêdike, ew e ku hêzên muxalefetê û şoreşger bike objeya tirsê.

Tevî ku divê li dijî komên neo-Nazî yên ku potansiyela wan heye ku ewlekariya welat bixe xeteriyê têbikoşe, di serî de çepgiran; li hemberî Têkoşîna azadiyê ya Kurd şer dike; bi salan nexwest cînayetên rêxistina terorê ya Naziyan NSÛ'yê, ev rêxistina ku şoreşgerên Tirk, Filistînî û Tamîlan dişopîne û etîketan li wan dixe, eşkere bike. Wekî din, derket holê ku hin personelên îstîxbaratê û sîxurên ku ji bo vê rêxistinê dixebitin jî bi NSÛ’yê re têkildar in.

Serokê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn Hans-Georg Maaßen ku gotibû dîmenên ku di dema êrîşên nîjadperest ên Tebaxa 2018’an de li bajarê Chemnîtzê hatin kişandin, dibe ku sexte bin, ji erkê hat girtin. Her wiha di çapemeniya Elman de bi berfirehî cih girt ku Maaßen gelek caran bi rêveberên partiya nîjadperest ya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) re hevdîtin pêk aniye û şîret li wan kiriye.

SÎNAN SELEN CÎGIRÊ SEROKÊ RÊXISTINÊ

Piştî ku di sala 2019’an de Thomas Haldenwang bû serok, li şûna Maaßen, Sînan Selen bû cîgirê serok. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Selen di dema ku hikûmeta Merkel a wê demê bi hikûmeta AKP-MHP’ê re hevkarî dikir, di îstîxbaratê de navê duyemîn bû.

Sînan Selenê ku ji sala 2015’an vir ve di muzakereyên di navbera Tirkiye û Elmanyayê da roleke girîng lîstiye, piştî hevdîtinên şêwirmendiyê yên hikûmeta Erdogan û Merkel di sala 2016’an de wek nûnerê Elmanyayê ji bo serokê mekanîzmaya "têkoşîna hevpar a li dijî terorê" hat tayînkirin. Ev mekanîzma ji bo koordînasyona têkoşîna hevpar a her du dewletan li dijî tevgera azadiya Kurd û tevgerên çep ên Tirk hatibû avakirin.