Çekên Ewropa çêdikin şeran fînanse dike

Gelek lêkoler, rojnamevan û rêxistinên civaka sivîl eşkere kirin ku di bi dehan şerên li seranserê cîhanê diqewimin de çekên ku Ewropa çêdikin tên bikaranîn.

Li gorî nûçeya Euronews’ê Midûrê rêxistina rojnamevantiya lêkolînerî ya Lighthous Report’ê Lûdo Hekman gotiye: “Ger beş lê binêrin, di pratîkê de hema bêje li hemû şerên li cîhanê em rastî şopên Ewropayê tên.”

Nûnerê rêxistina Îtalî Rete Pace e Disarmo Farncesco Vîgnarca ragihand; “Wek Ewropayiyan, ji ber ku em dibînin welatên wan venegeriyane aştiyê me matmayî dike. Lê kê amûrên wan ên şer dabîn dike!”

Di nava bi dehan şeran de pevçûna Îsraîl-Filistîn û şerê Yemenê cihê xwe digre. Meha Gulanê di nava 11 rojên şer yê di navbera Îsraîl û Hemasê de derketî 1500 êrîşên hewayî, bejahî û deryayî çêbûn. Filîstîniyan jî 4 hezar roket avêtin.

Şerê li Yemenê jî kete sala xwe ya 7’emîn. Li herêmê di ser asta cîhanê de krîza herî mezin ya mirovatiyê  heye. Gel birsîbûneke mezin re rû bi rû ye. DYE, Kanada, Kraliyeta Yekbûyî, Îspanya û Fransa bi rengekî eşkere çekan difroşin Erebîstana Sûûdî yê şer birêve dibe.

Rojnamevanên lêkolîner û rêxistinên civaka sivîl bi taybetî endustriya çêkirina çekan ya Îtalyayê girtin dest. Francesco Vîgnarca bal kişande ser balafirên biçûk ên M346 yên ji bo perwerdeya pîlotan tên bikaranîn. Vîgnarca bi mixabinî anî ziman ku wan ev balafire di şerê Îsraîl û Filistînê de dîtine û wiha pêde çû: “Bi kurtî metirsî ev e ku em wek Îtaliyayî ne tenê pîlotên Îsraîlî yên Hêzên Hewayî yên Îsraîlê ji bo êrîşê Filistîniyan bikin perwerde dikin, di heman demê de ji bo vê yekê balafirên ku tê bikaranîn jî dabîn kiriye.”

Şîrketa çêkirina çekan yê Îtalî Leonardo, di asta cîhanê de di rêza 12’an de cihê xwe digre. Bi para 30% ve dewleta Îtalyayê hîssedarê esasî yê vê şîrketê ye.

Vîgnarca her wiha got: “Îtalya di salên dawî de zêdetirî 50% ji sîstemê çekên xwe ji welatên ku li cîhanê herî zêde aloz in yên mîna Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê henarde kiriye.”

Her wiha Vîgnarca di beşek din ê axaftinên xwe de wiha dibêje; “Welatê me wesayît, balfir, keştî û helîkopteran henarde dike; di salên dawî de me salane zêdetirî 3 milyar Euro kel û pelên çekan henarde kir û lîsansên wan her salê bi qasê zêdetirî 5 milyaran dabîn dike.”

Rêxistina Mwatana for Human Rights ê Yemenî bi hevkariya li gel belgesela ku li Îtalyayê tê çêkirin re eşkere kir ku çekên Îtalî li vî welatî çawa tên bikar anîn.

Dema li Yemenê bermehiyên teqemeniyan tên lêkolînkirin, ji hejmara seriyên wan derket holê ku ew teqemenî ji aliyê şûbeya Îtalî ya şîrketa Rheinmetall a Elmanî RWM’ê ve hatine çêkirin.

Erebîstana Sûûdî sala bihorî di asta Rojhilata Navîn û Efrîqa Bakur de sêyemîn welatê muşteriyê Îtalyayê bû. Erebîstana Sûûdî ku tevlî şerê Yemenê bû, li cîhanê bû yekemîn welatê ku çekan hawirde dike. Hawirdekirina çekan ya ji aliyê Erebîstanan Sûûdî di navbera salên 2016 û 2020’an de ji sedî 61 zêde bûye.

Lighthouse Report hin belgeyên têkildarê çekên li Yemenê tên bikaranîn ku ayîdê hin welatên din in. Belçîka, Elmanya, Fransa û Îspanya di nava wan welatên ku destûra henardekirina çekan ya ji bo Erebîstana Sûûdî danî de cih digrin.

Rêxistina Efû ya Navnetewî jî dibêje ku belgeyên nîşan didin Fransayê kel û pelên leşkerî yên mîna wesayîtên şer, cebilxane û topavêj firotine koalîsyona Erebîstana Sûûdî.

Euronews bi bîr dixe ku peymanên navnetewî yên destûr nadin çekan bifroşin welatên ku tê de şer û pevçûn û binpêkirina mafê mirovan hebe hene. Encax tevî wan peymanan tabloya henardekirina çekan ya Ewropayê rastiyeke din nîşan dide. Fransa, Elmanya, Îspanya û Îtalya ji welatên bingehîn ên firoşkarên bingehîn yên Yekîtiya Ewropayê cihê xwe diparêzin.

Di 5 salên dawî de yekemîn muşteriyê Fransa yê ji derweyî Ewropayê, Misir bi qasê 6.4 milyar Euro û Erebîstana Sûûdî jî 6.1 milyar Euro ye, di heman demê de Fransa çek firotiye welayên aloz yên mîna Emîrtiyên Ereban ya Yekgirtî, Cezayîr, Pakîstan, Îsraîl, Etiyopya, Efxanîstan, Bûrkîna Faso, Venezûela, Komara Demokratîk ya Kongoyê.

Elmanyayê jî li rex welayên mîna Misir, Erebîstana Sûûdî û Emîrtiya Ereban ya Yekgirtî, çek firotiye Sûdana Başûr û Somalî.