Çekdar Cûdî yê li Metînayê şehîd bûbû li Torontoyê hate bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Çekdar Cûdî yê li Metînayê şehîd bûbû li bajarê Toronto yê Kanadayê hate bîranîn.

Di êrişa dewleta Tirk de ya ku di 18’ê Nîsanê de biribû ser herêma Metînayê Çekdar Cûdî (Ekrem Akturk), Şervan Kobanê (Mahmûd Îsa) û Egîd Rojhilat (Mûhammed Huseyîn Şahbazî) şehîd bûbûn.

Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê roja Şemiyê saet di 16.00’an de ji bo Çekdar Cûdî şîn danî.

Şîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir û ji bo gerîlayê şehîd sînevîzyon hate nîşandan.

Birayê wî Hogir, nivîsa li ser jiyan û têkoşîna wî xwend.

Di bîranînê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ hate berzkirin û piştre di şînê de şîv hate dayîn.