Çawîşoglû hat-çû, polîsan avêtin ser komeleya Kurd

Polîsên Elmanya li bajarê Nurnbergê derî û şibakeyên komeleya Mala Gel a Medya şikandin û avêtin ser. Polîsan avêtin ser mala hevseroka komeleyê û aktivîstê Kurd destgîr kir, serdegirtin hema piştî serdana Çawîşoglû ya li Berlînê û şûnde pêk hat.

Balkêş e ku demê dawî siyaseta dewleta Elman a krîmînalîzekirina sazî û dezgehên Kurdan zêdetir bûye. Duh piştî Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çawîşoglû serdana Berlînê kir û şûnde îro polîsên Elman li Nurnbergê avêtin ser Mala Gel a Medya û lêgerîn kirin.

 Polîsên ku derî û şibakeyên komeleyê şikandin li hundirî kelûpel serobin kirin. Dest danîn ser amûrên buroyê û telefonên destan. Heman demê avêtin ser mala Hevseroka Komeleyê Makbûle Kartal jî. Polîsên li vir mal serobin kir, aktivîstê Kurd Mîraz B. yê Kurd ku mêhvan bû destgîr kir.

Di serdegirtina li mala Kartal de polîsan dest danî ser kompîter, telefona destan, kamereya dijîtal, dîsk û bexşînên ji bo mexdûrên vîrûsa koronayê hatibûn amadekirin. Federasyona Civakên Kurdistanî yên Eyaleta Baden-Wurtemberg û Bayern (FCK-BW-Bayern) a daxuyaniyek li ser mijarê da, helwesta polîsên Elman bi tundî rexne kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin piştî serdan wezîrê desthilata AKP-MHP’ê Çawîşoglû û şûnde pêkhatina serdegirtinê mirov dide fikirandin û ev hate gotin: “Dewleta Elman dixwaze Kurdan bike qurbanê berjewendiyên xwe. Divê dewleta Elmanya dev ji vê siyasetê berde.”

Di saetên şevê de bi armanca piştevaniya bi Mala Gel a Medya re jî li pêşiya xwaringeha komeleyê xwepêşandanek protestoyî hte kirin. AGÎF, ATÎK, ), Die Falken (Şahinler), Rote Hilfe ( Alîkariya Sor) OA, Linke Liste, DKP, MLPD û KKP li gel gelek partiyên Elman, sazî û organîzasyonan cihê xwe girt, siyaseta Elmanya ya krîmînalîzekirina Kurdan şermezar kir.

Sibe saet 15:00’an wê li Qada Aufseßplatz xwepêşandaneke protestoyî bê kirin.