Çavuşoglû li Çekyayê hate şermezarkirin

Kurdên li komara Çekê dijîn tevî dostên xwe serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû ya Pragê şermezar kirin.

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavûşoglû ê ku duh ji bo  piştgiriya plana xwe ya dagirkirina Rojava serdana Pragê ya ku paytexta Çekê kiribû, hate şermezarkirin.

Kurdistaniyên li vî welatî tevî dostên xwe li ber avahiya Wezareta Karên Derve hatin cem hev û serdana Çavûşoglû bi alên YPG/YPJ û pankartên bi nivîsa Ingilizî û Çekî “Stop Turkish Terrorism in Rojava” şermezar kirin.

Di heman demê de girseyê bang li Wezirê Karên Derve ya Komara Çekê kir ku piştgiriyê nede êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan dike.

Çalakî heta ku Çavûşoglû ji wezaretxaneyê derket bi stranên Kurdî û dirûşmeyan domiya.