Çavdêra Kobanê Evîn Încîr: Divê Tirkiye rêz ji biryarên DMME’yê re bigire

Parlementera PE’yê Evîn Încîr û Brando Benîfeî ku Demokratên Sosyal temsîl dikin, wê weke çavdêr tevlî doza Kobanê bibin, ku wê roja Duşemê destpê bike.

Parlementera Partiya Kerker a Demokratên Sosyal a Parlementoya Ewropayê temsîl dike Evîn Încîr a ku wê weke çavdêr tevlî doza 108 HDP’iyan bibe, ku Hevserokê berê yê HDP’ê jî di nav de ne tê darezandin, êrîşên li ser HDP’ê ji ANF’ê re nirxand.

Încîr nerazîbûn nîşan da ku êrîş û sûcdariyên bê bingeh ên li dijî HDP’ê dewam dikin û tevî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ya têkildarî  Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş  li girtîgehê tê girtin.

Încîr bal kişand ku demek dirêj e ji ber sûcên bê bingeh Demîrtaş li girtîgehê tê ragirtin û anî ziman ku Demîrtaş ji ber sedemên polîtîk tê ragirtin. Încîr diyar kir ku hikûmeta Erdogan rêz ji demokrasî û mafê mirovan re nagire, bal kişand ku welatên bi rêbazên dîktatoriyê tên birêvebirin, rêgezên dewleta hiqûqê red dikin.

‘DEMOKRATÊN SOSYALÎST WÊ DAXWAZÊN BERDANA GIRTIYÊN SIYASÎ BIDOMÎNE’

Încîr anî ziman ku carekî din derket holê ku Recep Tayîp Erdogan û hikûmeta Tirk a tevî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş de rêz ji azadiya derbirîn û biryara dadgehê re nakgire û got: “Demokratên Sosyal di serî de ji bo azadiya Selahattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî wê daxwaza azadiyê bidomînin.”

Încîr da xuyakirin ku di civîna têkiliyên YE û Tirkiye nîqaş kirine, destnîşan kir nûqteya herî girîng a nîqaşê ew bû ku heta rêz ji mafê mirovan re neyê girtin û Tirkiye li ser rêya rast nemeşe, wê şopdarên wê bin.

RAPORA YE YA TIRKIYEYÊ HATE ERÊKIRIN

Încîr bibîr xist ku palementerên PE’yê rapora ku derbarê Tirkiye amade kiribû, qebûl kirine. Di raporê de têkiliyên Tirkiye ya bi YE’yê, dîsa têkiliyên Tirkiye ya bi walatên cîran re hatine nîqaşkirin.

Încîr diyar kir di raporê de hatiye diyarkirin ku divê derfetên ku muxalefet bi serbest kar bike bên amadekirin, dîsa rêz ji wekheviya jin û mêr re bê nîşandan. Încîr da xuyakirin ku biryara Tirkiye ya vekişîna ji Peymana Stenbolê bi temamî qebûl nakin û got: “Tirkiye di mijara Qerebaxê, Lîbya, Bakurê Qibris, Behra Egeyê de li gorî hiqûqa esmanî û behrê ya navneteweyî tevger nake. Ev hemû wê di rapora YE’yê ya dawî de cih bigire.”

Încîr anî ziman ku duh şev ev rapor di dengdana li PE’yê de hate erêkirin, wê demek kin de rapor di malpera înternetê ya YE’yê de jî bê parvekirin.

‘WÊ SIYASETMEDAREKE HDP’Î VEXWÎNIN CIVÎNA KOMÊ YA LI PE’YÊ BÊ LIDARXISTIN’

Încîr destnîşan kir ku wê ligel hevpîşeyê xwe yê Îtalî Brando Benîfeî weke temsîla koma demokratên sosyal tevlî rûniştinên HDP’ê bibin, heman demê li ser navê lîderên demokratên sosyalîst jî wê rêveberk ji HDP’ê vexwînin cîvîna komê ya ku wê li PE’yê bê lidarxistin. Încîr got ku ew girtina HDP’ê qebûl nakin, anî ziman ku ji bo HDP neyê girtin wê heta dawî têkoşîn bikin, wê piştevaniya bi HDP’ê re mezin bikin.

DOZA KOBANÊ BIRE ROJEVA PARLEMENTOYÊ

Li aliyê din parlementerên endamên partiyên siyasî yên cihê, di rûniştina duh a Parlementoya Swêdê de doza Kobanê ya ku wê roja Duşemê rêveberên HDP’ê jê bên darezandin, kirin rojev.

Parlemenerê Partiya Lîberal û Berdevkê Polîtîkayên Derve Fredrîk Malm anî ziman ku hikûmeta Tirkiye tam weke dîktatorekê tevger dike, zextê li gel dike, bi girseyî digire, rojnamevanan qedexe dike, lîderên partiyan jî di nav de muxalifên siyasî û parêzvanên mafê mirovan digirin.

‘SWÊD WÊ KÎJAN PÊKANÎNAN LI SER TIRKIYE BISEPÎNE’

Malm ji Wezîra Karê Derve ya Ann Lîndeye pirsa li hemberî êrîşên Tirkiye hûn difikirin kîjan pêkanîna li ser Tirkiye bisepînin.

Parlementera Partiya Çep Hanna Gunnarsson bibîr xist ku wê roja Duşemê li Enqerê 108 hilbijêrên HDP’î wê derkevin pêşberî darazê û got: “Berî niha ji aliyê Partiya Lîberal ve bû rojev. Ev jî dide nîşanda ku ev pirsgirêk ji bo gelek partiyan girîng e.”

Gûnnarsson diyar kir ku girtina lîderên partî û siyasetmedarên hilbijartî yên gel û derxistina pêşberî dadgehê û got: “Ev di civakeke demokratîk de ji bo mafê mirovan rewşkeke pir cidî ye.” nerazîbûn nîşanî girtina HDP’iyan da.

Wezîra Karê Derve Ann Lînde a bersiva pirsên têkildarî HDP’ê da, diyar kir ku gelek kesan li hember êrîş, girtina serokên şaredarî, lîderên partiyan û siyasetmedarên pariyan ên partiya HDP û CHP’ê yên partiyên xwişk-bira yên Partiya Karker ên Demokrat Sosyal nerazîbûn nîşan dane.

Lînde anî ziman ku Swêd berdevkiya têkoşîn ji bo desteka partiyên xwişk-bira dike, mijar di hevdîtinên bi hevpîşeyên xwe yên Tirkiye re dikin, aniye ziman, dest nîşan kiriye ku siyasetmedarên endamên partiyên muxalef ji ber sedemên polîtîk girtinên kêfî qebûl nakin.